Fêrgîn Melîk AYKOÇ
Gel û netewe bi giranî ne ji bavik û nijadekî ne, ji tevlihevbûn yan jî di nava hev de helîna bavik, eșîr, malbat û nijadên cûda pêk tên. Bes awa û dema pêkhatina wan cuda ne. Hin netewe ji zû ve ew pêvajoya netewebûnê li pey xwe hiștine, li pey yekitî û bi hev re xebatên cuda ne. Mînaka Yekitiya Ewrûpayê. Lê hin netewe jî wekî neteweya me hê ew pêvajoya netewebûnê bi rêkxistineke nûjen tacîdar nekirine, temam nekirine.
Ti gel û ti netewe ji gel û neteweyên din baqiltir, resentir û jîrtir ninin. Bes azmûn, birêkxistin, pêșketinên zanistî û têgîhîștinê rolên girîng dilîzin. Piraniya neteweyên Ewrûpayê ji zû ve ji vê pevajoyê derbasbûne, hin têgînên dema pêkhatina neteweyan êdî di nava van neteweyan de wek peyvên pașverû tên ditin. Mînak peyva „Patriyot“ yan jî hin navên saziyên bi yekitî û neteweyî destpêdikin.
Hin netewe jî li pey avabûna netewedewletê li dor bîrdozeke sêwirandî, yan jî naverokeke nijadperestî hatine avakirin, ew dewletên li ser vê bingehê xwe birêkxistine, bi her awayî hewl didin, gelê wek netewe hatine birêkxistin li dij kêmar û baweriyên cuda sorbikin, da ku bikanin wê bîrdoza neteweyî ya sêwirandî di mêjiyan de bidin rûniștin. Ev li Tirkiyê kemalîzm, li Irak û Sûrî baasîzm bû. Ku hê jî ew qirêjiya wê bîrdoza bi navê neteweyî hatiye afirandin bela serê gel û kêmaran e.
Li Tirkiyê ew sêwra neteweyî li ser xwîna gel û neteweyên cuda dane rûniștin. Ji bo kêmar û neteweyên bindest bitirsînin, hestên wan ên neteweyî bikujin, wan li dij netewe û gelê wan bikin dijmin, di cihê rastiya wan de netewperestiya xwe bidin çandin, serî li gelek rêyan dane. Biryara hemû komkujiyên nijadî biryarên dewletê ne. Kî li ser kar dibe bila bibe, ev biryarên xwînîn bi destên wan tên birêvebirin. Lê dewlet her dem aliyeke rêvebiriya xwe, yan jî hin kesên di nav rêveberiyê de wek berpirsiyarê van kujeriyan, aliyeke dewleta xwe jî wek parastinê û xwedî li kêmar û goriyan derketinê nîșan didin. Ango mîna di êșkenceyan de bikaranîna polîsên baș û yên xirab.
Dema em di ronahiya vê rastiyê de mînaka komkujiyên 1925 – 33 bigirin, dibînin; mîna ku ne dewletê ev kiribe, tenê kemalîstên laîq yê derdora CHP’ê kiribin, di mêjiyan de dan rûniștin, bi wî awayî Kurden mislimanên sûnî kirin hemêze aliyê rastgir yê dewletê. Yanê hemêza Demokrat Partiyê AP, AKPê. Li Dêrsim û Koçgîriyê jî mîna ku aliyên rastgir yê dewletê ev komkujî pêkanîbin, di mêjiyan de dan rûniștin, ew roj e, ev roj e ev dever û tevahiya aleviyan bûnin depoya dengên CHP. Dewlet ji bo vê zindî bigire, bê navber șiyarên:“Rastgir were ser kar we dikuje! /Çepgir werin ser kar, dîn û îman ji dest diçe. Wek sawekê direșîne.
Em vê lîstikê di rakirina parêzbenda parlamenterên Kurd, di pêkanîna komên partiyan ya hevkariyên hilbijartinê û bi wê ve girêdayî benda hilbijartinê de bi hêsanî dibînin. Heta CHP ew dekbazî û sextekariyên di hilbijartinan de jî, di bin navê parastina dewletê de pejirandin û neket nava hewldanên rastîya sextekariyan derxistinê. Bi dîtina min erkê yekem ew e, ku em bikanin vê rastiyê bi gel bidin pejirandin.