Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û berxwedana Rojava silav kir. Karayilan got, serketin wê ya şervan û gelên Rojava be. Wî bi girîngî îşaret pê kir ku ew li pişta berxwedanê ne û got, “Divê gelê me bi ruhê Kobanê û tecrûbeyên Efrînê li ber xwe bide. Şervanên YPG/YPJ´ê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin.

Murat Karayilan girîngiya wê yekê destnîşan kir ku gel û şervan bi hev re li ber xwe bidin, serketin misoger e. Karayilan wiha dewam kir: “Nabe ku Kobaniya pîroz û Serêkaniya Dîrokî bê berdan.”

Karayilan wekî din bi bîr xist ku biryara Trump hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ´ê jî fermî kiriye. 

 

ANF/BEHDÎNAN