Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Carlo Sammuraga diyar kir ku li Rojhilata Navîn hêza ku têkoşîna herî bi bandor a li hemberî DAIŞ'ê dimeşîne PKK ye û got, "Eger hêzên navneteweyî dixwazin li dijî barbariyê têkoşîneke rasteqîn bimeşînin, divê destekê bidin PKK'ê. Pêwîste li dijî DAIŞ'ê ji hêza PKK'ê sûdê werbigirin û dawî li vê biryara ku bêwate bûye, bînin." Sammuraga da zanîn ku PKK rêxistineke nirxên însanî diparêze ye û got, "Em nikarin rêxistineke ku bi me re heman nirxan diparêze û li dijî terorîzmê têdikoş e, weke terorê bibînin." Sammuraga anî ziman ku demeke kurt nebe jî, wê di demeke ne dirêj de PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin.
Sekreterê Giştî yê Partiya BASKA ya Swîsreyê Martin Fluckiger diyar kir, ku bi têkoşîna PKK'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên komkujiyan dikin re, biryara ragirtina PKK'ê di lîsteya 'terorê' de, ji bo gelên alîgirên nirxên bingehîn ên însanî, bêwate bûye. Fluckiger bi taybetî destnîşan kir, ku PKK rêxistineke terorîst nîne, tevgereke azadîparêze û got, "Hin dewlet, di çarçoveya berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dixwazin di vê biryarê de israr bikin. Her çend neyê zanîn ku dewletên mijara gotinê vê biryara xwe çiqasî dewam bikin jî, ji bo rakirina vê biryarê girîng e hêzên demokratîk bi taybetî di vê demê de bikevin nava hewldanan."
Koordînatora Tirkiyeyê ya Amnesty International a Swîsreyê Maya Heuschmann jî ragihand, ku cihgirtina navê PKK'ê di lîsteyên 'terorê' yên gelek welatên Ewropa û DYA de, bi temamî li gorî têkiliyên berjewendiyan e û anî ziman ku ji ber ev têkiliyên berjewendiyan neqediyaye, tê xwestin biryar dewam bike. Heuschmann got, "DYA ji bo rakirina qedexeyê sînyalan dide. Di demeke kurt de nebe jî ez hêvîdarim ku wê biryar were rakirin."
ANF/BERN