Li Amedê, çalakiyê rûniştîn ya HDP û welatiyan, doh di roja 8’an de dewam kir. Li Mêrdînê jî çalakiya parlamenterên HDP´ê dewam dike.
Li Amedê çalakiya doh bi dûrişmeya “Wê roj were dê AKP wê hesab bide gel” dest pê kir. Parlamenterên HDP´ê, hevşaredar û welatî beşdarî çalakiya li Kolana Lîseyê bûn.
Beriya çalakiyê polisan dor li cihê çalakiyê girt. Parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Feleknas Ûca, Ayşe Acar Başaran, Mûsa Farisogûllari, Nîmetûllah Erdogmûş, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û welatî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakgeran got, “Wê roj were gel wê hesap ji AKP’ê bipirse”.
Parlementerên HDP’ê li Mêrdînê jî çalakiya protestoyê dikin. Polîsan dora parlementeran girt û rojnamevan ji deverê bi dûr xistin. Berxwedana parlementeran di bin dorpêça polîsan de dewam kir.
AMED/MÊRDÎN