
Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê rizgarkirina bajarê Tebqayê li hemû cangoriyên azadiyê pîroz kir û ragihand û piştî paqijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan ew, bajêr radestî meclîsa sivîl a bajarê Tebqayê bikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere kir, piştî ku Tebqa bi temamî ji bermahiyên çeteyan paqij kirin, ew ê radestî Meclîsa Sivîl a Bajêr bikin.
Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk spasiya gelê Tebqayê û Koalîsyona Navneteweyî kir û bang li ciwanên herêmê kir, ku tevlî nava hêzên wan bibin, xwe bi rêxistin bikin û herêma xwe biparêzin. Li ser paqijkirina navenda bajarê Tebqayê û Bendava Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî li xaçerêya li navenda bajarê Tebqayê hate dayîn û Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed daxuyanî xwend. Gelek rojnamevanên xwecihî û biyanî daxuyanî şopandin.
Sivîl kirin mertal
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa bi operasyona daketina ezmanî bi hevkariyeke berfireh a di navbera hêzên me hêzên koaslîyona navdewletî, di êvara roja 21‘ê Adarê de dest pê kir. Piştî planên berfireh û bi baldarî, hêzên me karîbûn aliyê rojhilat ê bendavê derbas bikin. Li ser vê yekê du baskên operasyonê li balafirxaneya leşkerî ya Tebqayê gihiştin hev û di vê çarçoveyê de qonaxa yekemîn dest pê kir û bajêr hatin dorpêçkirin.
Di qonaxa duyemîn a pêngavê de hêzên me ji 3 aliyan ve derbasî bajêr bûn û xetên parastinê yên dijmin şikandin û ew neçar kirin ku vekişin avahiya Bendava Firatê û taxên derdora wê. Dijminên me her carê sivîl wekî mertalên zindî bi kar di anîn. Ev hişt ku hêzên me operasyona bi baldarî û hişyarî bi dome û li pêşiya lezkirina operasyona me bibe asteng. Piştî çend rojan ji operasyonê, şervanên me karîbûn dijmin ji sivîlan qût bikin, ev jî hişt ku moralên wan dakeve. Hejmareke mezinn ji endamên komên terorîst xwe radestî hêzên me bikin.
'Gelek çete teslîm bûn‘
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê careke din derxist holÊ ku DAIŞ li hember berxwedana lehengî ya şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk bişkên û gelek ji wan neçar kirin ku teslîm bibin, gelek din jî ku xwe di nava sivîlan de veşartibûn û di avahiya Tehekum a bendavê de diparastin, ketin destê şervanên me. Hemû hewldanên çeteyan yên xwe di nava sivîlan de vedişartin bi ser nekin. Ev yek nemerdiya çeteyên DAIŞ‘ê û te hemûla wan a îhaneta ji box we parastinê, destnîşan kir.
Spasî û bang
10'ê Gulanê, me karîbûn bajarê Tebqa û bendava Firatê bi temamî ji çeteyan rizgar bikin û sivîlên di herêmê de xelas bikin.
Li ser vê yekê, em spasiya şêniyên herêma Tebqa yên bi rûmet dikin ku ji bo rizgarkirina bajarê xwe li kêleka şervanên me bûn, dikin, her wiha em bang li ciwanên herêmê dikin ku tevlî nava hêzên me bibin û xwe bi rêxistin bikin da ku herêmên xwe bi parêzin.
Her wiha em spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî ku bi hêz beşdarî operasyona rizgarkirina Tebqayê bibûn dikin
Em ji raya giştî re radighînin ku piştî paqijkirina bajêr ji mayîn û bermahiyên operasyonê, em ê rêveberiya bajarê Tebqayê radestî meclîsa sivîl a Tebqayê bikin, dê li gel hêzên ewlekariya hindirîn a girêdayî wê parastina herêmê bikin.
Em radigînin ku Saziya Bendava Firatê, saziyeke niştimanî, Sûrî ye û wê xizmeta hemû herêmên Sûriyeyê bike.
Em vê serketina lehengî li şehîdên operasyona Tebqayê û şehîdên Qereçoxê û hemû cangoriyên azadiyê pîroz dikin."
Gundê El Rafiha hat rizgarkirin
Di Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de li gundên El Rafiha û El Ensarê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar rû da. Di vî şerî de gundê El Rafiha hate rizgarkirin. Li gundê El Ensar û derdora wê jî şer giran e. Li dora gundê Xirbet Xanê jî, şervanên QSD'ê navendeke perwerdeya leşkerî ji çeteyan paqij kirin. Li ser hejmara çeteyên li vir hatin kuştin, agahiyeke zelal bi dest neket. Li vê herêmê, ji ber teqîna mayîneke çeteyan şervanekî QSD'ê jiyana xwe ji dest da. Di nava 3 rojên dawî yên Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de, şervanan qadeke ji 196 kîlometreçargoşeyan, ku 6 gund, 4 gundik û kampeke leşkerî tê de ye, rizgar kirin.
Nîşaneya pêşerojeke ronî: Bendav

Bendava herî mezin a Rojhilata Navîn, Bendava Tebqayê ket bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Li bendava ku QSD paqijiya wê didomîne, mayinên ku DAIŞ'ê bi cih kirine yeko yeko tên rakirin. Şervanan alaya DAIŞ'ê ya li bendavê hêl dibû rakir û li şûna wê alaya QSD'ê ya ku di warê leşkerî de temsîleyeta gelên Sûriyeyê dike daliqandin. Her wiha şervanên ku endezyar anîn ser bendavê, hewl didin ku endezyar lêkolîneke teknîkî bikin. Wêneyên ewil ên vê bendava ku gelên Rojhilata Navîn ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dibe, îşaret bi pêşeroja ronahiyî ya gelan dike.
ANF/REQA