
Xelkê navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo ji bo Ocalan daket meydanan û ji civaka navneteweyî xwest ku rewşa tenduristî ya Ocalan zelal bike.
Bi sedan hemwelatiyên navçeyê û nûnerên saziyên civaka sivîl hatin cem hev û li dijî tecrîdkirina şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandêran posterên Ocalan û pankartên li ser wan nivîsandî “Ji Girtîgeha Îmarliyê re na, ji azadiya Rêber Apo re belê” tevî ala Tevgera Civaka Demokratîk hilgirtin.
Xwepêşandan ji nîvê navçeya Til Koçerê dest pê kir. Di vê navberê de dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin gotin.
Têkoşînaparastina Rojhilata Navîn
Xwepêşandêr dema ku gihiştin bazara li nîvê navçeyê, li vir sekinîn. Li wir ji rayedarên TEV-DEM’ê Cahid Hesen axivî û got, “Meşa me ya îro meşa ji bo azadiya Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêber Apo têkoşîna hemû gelên bindest û têkoşîna parastina şeref û anorê ye. Ew di heman demê de têkoşîna parastina Rojhilata Navîn e.”
Cahid Hesen destnîşan kir ku ew îro li ser navê Netewa Demokratîk têkoşînê dikin û li aliyekî din jî hêzên herêmê polîtîkayên jihevxistin û parçekirinê didin meşandin.
Ji Partiya Muhafizkarên Demokratîk, Telal El-Asî jî axaftinek kir û tecrîd bi tundî şermezar kir. El-Asî bang li tevahiya sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Ocalan tevbigerin.
ANHA / QAMIŞLO