Li Strasbourgê bi hezaran Kurdî bêbextiya navneteweyî şermezar kir, wan alayên PKK’ê û wêneyên Ocalan jî hilgirtin û biryardariya xwe ya pûçkirina komployê careke din nîşan da.
Cemîn Bayik bi peyama xwe got, "Têkoşîna li dijî komployê, îro ya li dijî tecrîdê ye jî. Ji ber wê banga min jî ev e, em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û demokrasiyê bi pêş bixin."
Di salvegera 21’ê ya Bêbextiya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hat kirin, ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Awusturya, Holanda û Belçîkayê, bi hezaran kes çûn bajarê Fransayê Strasbourgê û komploger rûreş kirin. Wan bi hev re peyama "Em ê tecrîdê bişikînin, Rêberê xwe azad bikin" da. Meşvanên meşên dirêj ên her sê baskan jî di meşê de amade bûn. Kurdistaniya hem bi rehetî wêneyên Ocalan hilgirtin û hem jî alayên PKK’ê nîşan da. Di meşê û mîtîngê de dîmenê giştî yê derketî holê ew bû ku komploger bi tecrîdkirina Ocalan bêbextiya xwe dewam jî bikin, miletê kurd bi berxwedana xwe vê bêbextiyê pûç dike.
‘Millete me li cem Rêber Apo ye’
Hevserokê CDK-F’yê Lokman Kanar bixêrhatina çalakgeran kir û got, "Li dijî komployê, em bêhtir xwedî li Rêber Apo derkevin. Hevseroka CDK-F’yê Fevziye Erdemirci jî got, "Ev komplo li dijî jina Kurd û jinên dinyayê ye. Miletê me heta dawiyê wê li cem Rêberê xwe be."
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî got, "Em ê komplogeran ti carî efû nekin. Em ê bi tevahiya hêza xwe li dijî kesên di vê komployê de cih girtî têbikoşin. Ez bang li miletê me dikim, em bikin ku sala 2020ʼan bibe sala zadiya Rêber Apo."
Ji Tevgera Jinê ya Kurd jî Zîlan Serhad peyivî û got, "Bi vê komployê û bi sîstema Îmraliyê, hêzên hegemonîk ji xwe re azadî û jiyana wekhev kiriye armanca êrişan. Rêber Apo tevahiya jiyana xwe ji bo azadiya jina Kurd hewl da. jinên Kurd jî wê ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo pûçkirina komploya navneteweyî bibin xwedî helwêsteke fedaiyane."
Peyama KCKʼê
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik jî peyamek şand û ev peyam ji ekrana dêw hat nîşandan. Wî got, "Bi şîara hûn nikarin roja me tarî bikin, berxwedaneke harîqulade hat kirin. Şehîdên me çêbûn, ez wan bi bîr tînim. Hêzên navneteweyî ji ber ku ji xeta Apoyî tirsiyan, ev komplo bi pêş xistin. Armanca wan a esas rola Rêber Apo di siyaseta Rojhilata Navîn de bû û pê re jî xwestin çareseriya pirsgirêka Kurd asteng bikin. Bila ti kes armanca komployê piçûk nebîne. Ew dixwazin bigihin encamê. Armanc ew e Rêber Apo û Kurdên azad ên li ser xeta wî bên bêtesîrkirin.
Xet û paradîgmaya Rêber Apo li nav miletên rojhilata Anvîn de her diçe bêhtir tê qebûlkirin. Ya dikeve ser milên me ew e ku em xelkê li vê paradîgmayê çêtir serwext bikin û bi rêxistin bikin.
Ji ber wê têkoşîna li dijî komployê, îro ya li dijî tecrîdê ye jî. Ji ber wê banga min jî ev e, em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û demokrasiyê bi pêş bixin." Di bernameya ser dikê de jî Hozan Şemdîn, Hozan Comerd, Zarîfe Zerrîn û Mihemed Hezexî hebûn.
STRASBOURG
WÊNE: Deniz Babîr/Egîd Eren/Nîzam Baran/Erkan Gulbahçe