
Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê welatiyan şehîdên xwe bi dirûşma û tilîliyan veşartin. Li Nisêbîn 1, Riha 1, Sêrt 1, Amed 1, Dirbêsiyê 2, Tirbespiyê 1, Hesekê 2 û Amûdê 1 cangorî bi merasîman hat definkirin.
Li Dirbêsiyê cenazeyên têkoşer Fîdan Zagros û Guldar Dirbêsiyê yên ku di pêngava Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ji bo oxirkirina cenazeyên Sêal Şêxmûs Elî (Fîdan Zagros), Silava Semo (Guldar Dirbêsiyê) li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn. Girseya gel cenaze ji navendê wergirtin û bi kerwanekî ku ji sedan tirimpêlan pêk tê, ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê ve ketin rê. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Merdiya Mehmûd axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Merdiya got ku serkeftinên li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin, bingeha xwe ji pêngava 15‘ê Tebaxê digire.
Soza şopandina doza têkoşeran
Di merasîmê de, fermandarê YPG‘ê Lewend Rojava jî axivî û soza şopandina doza têkoşeran da û diyar kir ku ew wekî YPG‘ê amade ne piştgiriyê bidin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Babê ji bo rizgarkirina tevahî Sûriyeyê. Li ser navê malbata têkoşer Fîdan Zagros, Bavê wê Şêxmûs Haris axivî û got ku ew bi şehadeta keça xwe serbilind in û soza şopandina rêya keça xwe û hemû têkoşerên azadiyê, da.
Cenazeyê Xebat hat oxirkirin
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê Xebat Tirbesipiyê yê ku di Operesyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, oxir kirin.
Şêniyên bajarê Tirbesipiyê cenazeyê têkoşer Xebat Tirbespiyê (Ebdulmecîd Casim) ji pêşiya saziya malbatên şehîdan wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digirî, ketin rê. Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat eşkerekirin û cenazeyê têkoşer Xebat li goristana şehîd Dilşêr di nav dirûşmeyan û tîlîliyan dayikan de, sipartin axê.
Li Şedadê 2 şehîd
Şêniyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyên 3 Şervanên ku li Minbicê jiyana xwe ji dest dabûn, oxir kirin.
Piştî ku şêniyên bajarê Hesekê û Şedadê cenazeyên Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelef Ibêd (Kemal Ecac) û Casim Mihemed El-Ehmed (Adem Şedadî) ên ku di 11`ê Tebaxê di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dane wergirtin, bi karwanekî tirimpêlan berê xwe dan herêma Şedadê.
Piştî merasîmê cenazeyên herdu têkoşeran di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên ‘Şehîd namrin’ de, li goristana Şedadê hatin veşartin.
Amûdê ji bo Mehmûdê xwe giriya
Li bajarê Amûdê jî bi sedan şêniyên bajêr cenazeyê Hêzên Asayîşê Mehmûd Kîlo yê ku di qezayeke tirafîkê de li bajaroka Mebrûka a girêdayî bajarê Serêkaniyê dema pêkanîna erka xwe de, jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Şehîd Îsmayîl a bajarê Amûdê hat oxirkirin.
Me got aştî, wan got na‘
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bariş Coşkûn ( Zinar Firat) ku di şerê 18-30 Tîrmehê yê li herêma navçeyên Lice, Hezro û Piran ên Amedê de jiyan xwe ji dest da, bi merasîmek li Rihayê hat definkirin.
Di merasîmê de Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan axivî û got; “Me got aştî, wan got na. Me got muzakere, wan got na. Hûn çi ji vî gelî dixwazin? Vê baş bizanibin, vî gelî heta roja îro li ber xwe da, wê ji îro û pê ve jî li ber xwe bide. Ev gel ti carî teslîm nabe. Bi tekoşînek mezin hatiye vê rojê. Hûn vî gelî nikarin bi kuştin û qetlîaman biqedînin. Pêwîste hûn ji vê rêya şaş vegerin.”
Li Bismilê dirûşmayên ‘Şehîd Namirin’
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Osman Ûgûrlayan (Brûsk Amed) ê li Geliyê Mûnzûrê yê Dersîmê roja 9’ê Tebaxê di bomberdûmana balafirên şer de jiyana xwe ji dest da, li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin û anîn navçeya Bismilê ya Amedê. Bi sedan kes tevlî merasîma li vir bûn, ku Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, rêveberên HDP, DBP û MEYADER’ê jî amade bûn. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, girseya gel darbesta cenaze hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” birin goristanê.
Serî tewandin tuneye
Hevserokê Şaxê MEYA-DER ê Amedê Hasan Pençe di merasîmê de axivî û got, “Beriya her tiştî bila serê malbatê û gelê Kurd sax be. Gelê me dixwaze li ser axa xwe bi rengekî azad û wekhev bijî. Mirovên me jiyaneke koledarî naxwaze, jiyaneke azad dixwaze. Yên li hemberî vê yekê ne, bi rengekî hovane komkujiyan dikin û êrîşên faşîzan pêk tînin. Bêguman gelê me wê li hemberî van êrîşan serî netewîne.” Piştî veşartina cenaze, girseya gel li mizgefta taxê sersaxî ji malbatê re xwest.
Misircê û Nisêbîn xwedî li şêhîdên xwe derketin
Cenazeyê şervanê YPS’ê Yûnûs Aybek (Egîd Koçer) ê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê roja 12’ê Tebaxê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve pêr danê nîvro ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hat wergirtin û danê êvarê anîn Sêrtê. Darbesta cenaze li pêşiya navçeya Misricê ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin, ku di nav de rêveberên HDP û DBP’ê jî hebûn. Danê êvarê jî cenaze anîn Goristana Zeviye. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Aybek li vir veşartin.
Cenazeyê Endamê YPS’ê Ramazan Balos ê ku di 12’ê Tebaxê de li gel 7 hevalên xwe li Nisêbîna Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Artukluyê hate wergirtin. Cenazeyê Balos ji aliyê malbata wî, MEYA-DER’a Mêrdînê, rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê, Hevserokên Şaraderiya Nisêbînê û welatiyên Nisêbînê li Goristana Morîs a Taxa Elika hat definkirin.
Dê konê şîna Balos li Stenbolê bê vedan.
NAVENDA NÛÇEYAN