
Karayilan têkîldarî êrîşên li ser parlamenterên HDP’ê jî destnîşan kir ku divê gelê Kurd li tevahiya cîhanê li hemberî vê destdirêjiya faşîzma AKP dagirkeriya Tirkiyeyê dengê xwe derxe, dengê xwe bilind bike û li nûnerên xwe xwedî derkeve. Karayilan got: “Nûnerên xwe xwedî derketin li xwe xwedî derketin e, li dahatûya xwe xwedî derketin e. Ji bo vê yekê divê her kesek girîngiya roja îro bide berçav û li gorî wê tevbigere. Em ê jî wekî tevger li hemberî vê helbet bêdeng nemînin. Ev êrîşên AKP wisa li ser nirxên gelê me pêş dixe, li ser siyasetmedar, çand û saziyên Kurd pêş dixe heman demî bi xwe re şer jî wê kûr bike. ji ber ku bi êrîş bi şîdet tê ser gelê me, tê ser me. mafê me heye ku em li ber xwe bidin. Bi her şêwazî li ber xwe bidin.”
Karayilan destnîşan kir ku êdî gelê Kurd dixwaze xwedî statû be û wiha dom kir: “Li hember êrîşên çeteyan, li hember zilma dagirkeriyê berxwedana ku di pêşengtiya Tevgera me de meşiyayî, hem stratejiya gelê Kurd xurt kir, hem jî projeya çareseriya pirsgirêka Kurd, projeyên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn xist rojeva cîhanê. Û vê yekê gelê Kurd di herêmê de kir asteke pêşeng. Xuya bû ku êdî gelê Kurd jî di herêmê de divê xwedan cih, war û statu be.“
Îmtîhanek li pêşiya gelê Kurd e
Karayilan bal kişand ku hedefa AKP’ê ji holê rakirina hemû destkeftî û çepêrên Kurda ne û wiha got: “Niha jî bi girtina hevserok û parlementerên HDP’ê, AKP’ê ev êrîşên xwe gîhand lûtkeya herî bilind. Faşîzm êdî gîhaşt her derê. Sibe wê bigîhê derên dîtir jî. Eger ku niha gelê Kurdistanê û demokratîkxwaz û aştîxwazên Tirkiyê hemû kesên ji sîstemê hatine dervekirin, xelkên me yê Elewî, kedkarên Tirkiyê, tevgerên Çep ên li Tirkiyê ger ku li hemberî vê destdirêjiya faşîzma AKP’ê bêdeng bimînin wê sibe ev destdirêjî biçe derên din jî. Niha îro mirov dikare bibêje ku gelê Kurd li pêşiya cîhanê bi îmtîhanekê re rûbirû ye. Ango cîhan hemû niha temaşe dike. Ji bona wê di van rojan de bêdeng nemayîn, deng derxistin, li hemberî zilmê pêşxistina hevgirtinê û seknekê bi wate pir û pir girîng e. Eger ku gelê Kurd di vê seknê xwe de israr bike wê ew bikevin. Ji ber ku ew neheqin û ew îro bingehê xwe lewaz in. Em xwedan heq in, bingehê me xurt e, gotinên me di cih de ne. Lê bes em di pratîkê de jî li gotinên xwe xwedî derkevin.“
‘Gelê me wê bersivê bide’
Karayilan destnîşan kir ku şik û gumana wan tuneye ku gelê Kurd wê bersiva pêwist bide êrîşên li ser îradeya xwe û di dawiya axaftina xwe de ev gotin bilêv kirin: “Em bawerin ku gelê me wê vê fedakariyê raber bike û bersivê pêwîst emê li hemû qadan bidin vê êrîşkarî û faşîzmê. Wisa doza azadî û demokrasiyê, biratiya gelan bi ser xînin. hêviya me ev e û li ser vê esasî têkoşîna azadiya Kurdistan di vê kêliya dîrokê de hîn zêde bilind bibe. Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê berxwedana gelê me her diçe bi ser dikeve, li Başûrê Kurdistanê gelê me destkeftiyên xwe xwedî derdikeve li Bakurê Kurdistanê jî wê gelê me destkeftiyên xwe xwedî derkeve û êrîşên li ser destkeftiyên me pêş dikeve bersivên pêwîst bide.”
ANF / BEHDÎNAN