Huseynî ku ji bo xelata xwe bigire hatiye Amedê pêşketinên li Rojava pêk tê û bandora pêşketinan a li ser hunerê ji DÎHA'yê re nirxand. Huseynî, da zanîn ku mirovên li Rojava bi sebrek mezin li benda piştgiriyê ne. Huseynî, wiha got: "Rojava digirî. Piştî hovîtiya li Rojavayê tê kirin, hêzên derve wiha di rehetiyê de her roja diçe me hêrstir dike. Yên alîkariyê nadin gelên li Rojavayê, xeweke xwe ya mezin derbas dikin."
Huseynî, diyar kir ku bûyerên li Suriyê diqewimin bandorê li ser hunermendan jî dike û wiha got: "Komkûjiyên li ser Kurdan tê kirin ya hunermendan jî bi xemginiyê xeniqandiye. Lewra stranên dibêjin, di alê têkoşînê de wateyekî dide. Hunermend, wêjevan û rewşenbîrên Kurd di vê mijarî de bi hestiyarî tevdigerin."
Huseynî, anî ziman ku gelên li heremê dijîn tenê piştgiriya madî didin. Huseynî, destnîşan kir ku piştî êrîşên ku mirovên li Rojavayê rû bi rû mane divê gelê Kurd bi temamî piştgiriyê bide Rojava. Huseynî, derbirî ku piştî "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" a ji hêla Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, divê hunermendên Kurd jî bibin yek û piştgiriyê bidin pêvajoyê. Huseynî, wiha got: "Ji bo pêvajo baş pêş bikeve divê her kes bi fikir û piştgiriyê bidin. Di vê hêlî gavavêtineke hikumetê dikare her tiştî biguherîn e û aştiya ku em bi hêvî li bendê ne dê bê ser van axan." 

AMED