Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên dewletê û muxalifên çekdar de ên serê çend rojane li Şamê berdewam dikin bi hezaran xelkên Sûriyeyê koçber kirine. Piştî ku artêşa Sûriyeyê bajarên wekî Humus û Derayê hema bêje kavil kirine niha jî piştî êrîşa ku di encamê de 4 rayedarên bilind ên ewlekariya dewletê hatin kuştin giraniya şer kete ser paytext Şamê de. Niha ji bo barê Şamê sivik bibe êdî şer û pevçûnên dijwar li Heleb û Dêra Zorê jî diqewimin. Li gorî agahiyên ajansa fermî ya dewletê jî wan desthilatdariya xwe ya li ser taxên Mîdan û Qabûn vegerandiye û ji çekdaran paqij kiriye.
Bajarê Helebê yê ku navend û dilê Sûriyeyê yê bazirganiyê ye heta demeke nêz jî xwe ji şer û pevçûnan parst û zêde xwe tevli xwepêşandanan nekir lê di van rojên dawî de li taxên wekî Sirkî û Seyful dewle ji ber hebûna çekdarên muxalefetê dane ber topan û şerên giran li wir jî êdî çêdibin.
Gel ji bajaran koç dike
Lı hemû bajarên Sûriyeyê dema ku şer û pevçûn li bajarekî gur dibe û dewletê bi tank û topan wî bajarî gulebaran dike, bi hezaran xelkên wan bajaran koçber dibin. Berê piraniya koçberiyê li bajarên nava Sûriyeyê pêk dihat lê niha koçberî bûye bi hezaran û ji bilî Tirkiye, Urdun û Libnanê êdî koçber xwe li sînorê Iraqê jî digirin. Lê daxuyaniyên hikûmetên Iraq û Libnanê yên derbarê koçberan de ne li gorî rewşa heyî û wekî bê insafî tên nirxandin. Li gorî hin daxuyaniyên rayedarên Libnan û Iraqê ew nikarin pêşwaziya koçberên Sûriyeyê bikin.
Rewşa bajarên Kurdan
Ji aliyekî din ve rizgakirina bajarên Kurdan ên wekî Efrîn, Kobanê, Dêrikê û desteserkirina hemû saziyên dewletê li wan bajaran dibe rê li ber şer veke û bajarên Rojavayê Kurdistanê jî piştî vê yekê bibin cihê şer û pevçûnan. Heta niha Yekîneyên Parastina Gel YPG bajarên Kurdan ji hemû rengên tundiyê parastin û nehiştin ne hêzên leşkerî yên dewletê û ne jî muxalefeta çekdar a Sûriyeyê derbasî herêma Kurdan bibe. Partiya Yekitiya Demokratîk PYD bi hemû hêza xwe li dijî veguhestina çalakî û xwepêşandanên Kurdan bo çalakiyên çekdarî û tundiyê rawestiya. Lê niha piştî ku hinek bajarên Kurdan ji dezgehên dewletê hatin paqijkirin metirsî heye kuşer û pevçûnên dijwar li wir jîî biqewimin.
Êrîşî Kurdan kirin
Hate ragihandin ku ji bo rizgarkirina Kurdên li paytexta Sûriye Şamê dijîn, 4 otobus ji Qamişloyê bi rê ketin, lê di rê de rastî gulebaranê hatin û di encamê de ajokarê bi navê Menal Behrî jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 4 otobusên şîrketa Ciwan a Qamişloyê, ji bo rizgarkirina Kurdên li Şamê di nava pevçûnên rejîmê û muxalîfan de asê mane, ber bi Şamê ve bi rê ketin. Gava ku otobus gihiştin nêzî bajarokê Nebkê ya nêzî Şamê li rastî gulebarana hêzên rejîma Sûriyeyê hatin. Di encama êrîşê de ajokarên Kurd ên bi navê Menal Behrî, .Ela Ebas, Ramî Hewsa û ajotkarek din navî wî nehat zanîn bi giranî birîndar bûn. Hate ragihandin ku ajokarê bi nave Menal Behrî ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest da.
Li Dêrê û Helebê şer
Çapemeniya rojava, diyar kir ku li bajarê Helebê yê Sûriyeyê pevçûnên dijwar dest pê kirine. Li gorî ajansa AP dispêre mîlîtanê bi navê Muhammed Saîd, li Helebê bi hezaran endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê ketine Helebê. Koma çekdar a piştgiriya dewletên rojava ku di serî de DYA heye û Tirkiye-Suudî Erebîsan- Qetar digire bi rejîma Esad re di nava pevçûneke dijwar de ye. Bi taybetî hate hînbûn ku pevçûn li taxa Selahaddîn didome. Pevçûnên heta paytextê jî çûn heta roja pêncşemê gihiştibû bajarê Helebê. Ji ber pevçûnan gelek welatiyên bajar reviyan. Hêjayê gotinê ye ku li Hebelê nîv mîlyon Kurd dijîn. Lê taxên ku Kurd lê dijîn hêj bê deng e. Her wiha li Dêra Zorê jî şerên dijwar hene û gelek kes di encama bikaranîna bombeyên gazê de fetisîne.
ŞAM