Hejmara ekîba her dewreyê ji 20 heta 60 endaman e, di nava du mehan de perwerdeyan dibînin. Di dewreyê de perwerdeyên teyorîk ji seat 5:00-21:00 an li ser girîngiya perwerdeyê, rêziknameya YPG‘ê, perwerde û exlaq, têkiliyên hevaltiyê, dîroka Kurdistanê, dîroka jinê , welatparêzî, parastina rawa, netewa demokratîk, şerê taybet û hin desrên din têne dayîn.

Her wiha perwerdeyên leşkerî li ser pêkanîna hemû cureyên çekan, çêkirina kemînan, parastin ji firokeyan têne dayîn.Di derbarê mijarê de, Berprsyarê Akadimiyê diyar kir wan di nava 14 dewreyan de, bi sedan şervan perwerde kirine, her wiha 7 tabûr avakirine.

Dewreya bi navê ” Baran Dêr El-Zor” di 31‘ê çileya 2015‘and e destpê kir, tê de 56 şervan berşdar bibûn. Şervanên ku beşdarî perwerdeyê bûne diyar kirin ew ji hêza YPG‘ê bi bawer in, parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike.



KELSÛMA ELÎ/ANHA/GIRKÊ LEGÊ