Şervanên Meclîsa Parastinê ya Xabûrê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li hemberî gundên Asûrî-Suryaniyan ên li Til Temirê, bi şervanên YPG’ê yên Kurd, Ereb û gelên din re li heman mewziyê şer dikin û dibêjin ku ev yek moral û hêzeke mezin dide wan. 

Şervanan dan xuyakirin ku di dema êrîşa çeteyan de gelek Asûrî ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin û aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn û gotin, “Di serî de Asûrî divê hemû hêzên herêmî û navneteweyî bi xemsarî nêzî vê trajediyê nebin.”

Şervanê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê yê bi navê Davît anî ziman ku hêzên li hemberî çeteyan şer dikin li ser bingeha biratiya gelan pêşeroja Rojava û Sûriyeya azad ava dikin û got, “Çete dikevin ku derê, li hemberî gelan, ol û çandan talan û komkujiyê dikin.” Davît destnîşan kir ku şerê il ser bingeha yekîtiya gelan li dijî çeteyan tê dayîn, li ser nirxên hevpar ên gelan ava Şervanê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê Mişar ê 39 salî jî diyar kir ku beriya êrîşa çeteyan ava Çemê Xabûrê bilind bûye û ev yek ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Mişar got, “Di nava pênc-deh salên dawî de zivistanê ti carî av ewçend bilind nebûbû. Ava Çemê Xabûrê 3 roj beriya êrîşa çeteyan bilind bû. Bixwaze nexwaze ev yek ji aliyê me ve weke desteka dewleta Tirk ji bo çeteyan hat dîtin.”

Mişar da xuyakirin ku bi destwerdana hêzên YPG’ê re pêşî li komkujiyeke mezintir hatiye girtin.

Mişar diyar kir ku serketina YPG’ê ya li Til Hemîs û Til Berak moral û hêzeke mezin daye wan û got, “Dawiya çeteyan nêz e. Di demeke nêz de li gel xwişk û birayên xwe yên Ereb û Kurd re em ê çeteyan ji ser vê axê derxînin.”


‘Çeteyan dişînin Rojava’

Şervanekî Meclîsa Parstinê ya Xabûrê jî  da xuyakirin, ku di nava çeteyên hatine kuştin de Tirk, Endonezyayî û yên ji Asyayê hene û hin dewlethe herêmê çeteyan tînin Rojava.

Şervanekî Meclîsa Parastinê ya Xabûrê yê Ereb ê got, “YPG azadî û mafê hemû gelan diparêze. Bila cîhan xwedî li YPG, Kurdan, Ereb û Asûriyan derkeve” û ragihand ku YPG’ê li Til Temir û gelemperiya Rojava parastina hevpar a Kurdan, Asûrî, Ereb û gelên din dike. Şervanê 32 salî ragihand ku YPG nirxên manewî yên hevpar ên gelên Rojava û Sûriyeyê ye, lewma ji aliyê gelan ve tê destekkirin û got, “Çeteyên DAIŞ’ê wê di dawiya dawî de têk biçin. Jİ ber ku em ji vê bawer dikin, ji her demê bêhtir bi mioral û hêz li dijî çeteyan em li ber xwe didin.”


MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ/ANF/ TIL TEMIR