Ji sedî 70'yê Bendava Farqînê temam bûye. Ger bendav bi dawî bibe Geliyê Godernê û 50 gund dê di bin avê de bimînin. Ekolojîstan got: "Dîrok, çand û hişê civakê tê tunekirin." 

Di çarçoveya Projeya Anatoliyaya Başûrê Rojhilatê (GAP) de di sala 2009'an de dest bi çêkirina Bendava Farqînê hat kirin û niha ji sedî 70'yê vê bendavê temam bûye. Bendav ji 8 bendavan, santrala hîdroelektrîkê û 23 tesîsên avê pêk tê û dê du sal şûn de têkeve fealiyetê. Bendav bi bilindahiya xwe 175 metre û nîv e û li herêmê piştî Bendava Ataturkê bendava herî mezin a duyemîn e. 

Aktivîsata Komeleya Ekolojiyê Guner Yanliç, bi bîr xist ku zêdeyî 50 sal in polîtîkayeke Tirkiyeyê ya enerjî û ewlehiyê heye û bendavên ku li herêmê tên çêkirin berdewamiya vê polîtîkayê ne. Yanliç, destnîşan kir ku ji ber ku li Rojhilata Navîn niha petrol di rovanşê de ye, dê di sala 2050'î de rezervên avê kêm bibin û dê nêviyê cîhanê ji avê bê mehrûmkirin. Yanliç, dest nîşan kir ku bi bendavên tên çêkirin, qadên îstihdamê nayên zêdekirin û armanca sereke ew e ku avê bikin amûreke bazirganiyê.

50 gund dê di bin avê de bimînin

Yanliç, diyar kir ku Bendava Farqînê li herêmê bendava duyemîn a mezin e û got "Dê bi vê bendavê re Geliyê Godernêya dîrokî ya ku di navbera Licê, Pasûr û Hezroyê de cih digire winda bibe. Ev der malovaniya mîrateyeke dîrokî dike û dê bi bendavê re qadên jiyanê yên xwezayî bi temamî di bin avê de bimînin û dê nêzî 50 gund di bin avê de bimînin û bi vê re dê gelek mirov ji neçarî koç bikin.“

Bîra civakê tine dikin

Yanliç, got ku hêleke din a çêkirina Bendava Farqînê jî ew e ku, gor, abîde û zinarên dîrokî yên aîdî Dema Neolîtîkê bên tinekirin û wiha peyivî: "Qadên jiyanê yên giyanewerên wek pezkovî, rovî û berazan jî di bin avê de bimînin. Lê Tirkiye Bendava Farqînê wek polîtîkaya çandiniyê lanse dike, lê belê dê ev bendav cotkarên biçûk bi temamî biqedîne û ji ber avê bax û baxçê dê tine bibin." 

Yanliç, bi bîr xist ku Geliyê Godernê bi her awayê xwe di hedefa sermayedaran de ye û çêkirina bendavên li herêmê bera polîtîkaya yekperest û yektîp ya Tirkiyeyê ye û bi vê re tê xwestin ku bîra civake bê tinekirin. 

Ranteke mezin jê tê xwarin

Yanliç, anî ziman ku Bendava Farqînê bûye cihê maliyeteke zêde û li gor pereyên berê 6 qatrîlyon û nîv lê hatiye xerckirin û wiha axivî: "Temenê bendavekê, heke xwediyê teknolojiyeke baş be 50 sal in. Dê ji bo dahateke madî qada jiyanê ya xwedî rabirdûyeke dehezaran salî ye bê tunekirin. 50 sal şûnde ev ax dê zuha bibe. Divê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê demildest dev ji vê şaşiyê berde. Bi çêkirina bendavan bila mizgîniyê nedin sermayeyê. Bila mizgîniya projeyên ku bi kêrî gel tên bidin. Bila hay ji pêşeroja cotkaran hebin. Mirovên ku bi hezaran salan e li van deran dijîn, bila ji qadên xwe yên jiyanê nebin û nebin mecbûrê kapîtalîzmê. Kengî dev ji vê xeletiyê bê berdin, dê texrîbat jî ewqas kêmtir bibe." 



 AMED