
Xweza tar û mar dibe!
Dola Pisyarê ku bi çêkirina bax û bexçeyan, her wiha di hêla xwezayê de bihûştek tê de veşartiye, ji ber çêkirina bendavan ji ber makîneyên kar dixebitin, xirabkirina qeraxa çem, dar û berên di bin mana binê ava bendavê de, xwezaya heremê tar û mar dibe. Bendava Garzanê ku di 2012’an de av tije bibû gundê Asê û mezrayeke wê, gundê Binêk û mezrayeke wê bi tevahî 4 gundên li peyî neçar mabûn ku gund vala bikin û gelek bax û bexçe jî di bin avê de mabûn.
Bendavên ku ji hêla Şîrketa Enerjî ya Nasiroglu ve tê çêkirin, bi bûhayeke pir hindik ji bo her malbateke 15 hezar TL wek e berdelên zirara gund dabûn û gundan dabûn valakirin.
Bendav bi boneya ‘ewlehiyê’ tên çêkirin
Ji her 5 bendavan yek jê ne di nav de ku ji bo avdaniya erdan ji nimêj ve hatiye çêkirin lê her 4 bendavên din santralên enerjiyê wê neyê çêkirin. Hate hînbûn ku Bendava Xerzayê jî di nav de her 4 bendavên din ên biçûk jî ku di geliyê Pisyarê de hatiye çêkirin, bi boneya “Ewlehiyê” hatine çêkirin.
Xebatkarekî ku di çêkirina bendava biçûk de dixebite û nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku ev bendav ne ji bo enerjiyê tên çêkirin, bi taybetî ji bo “ewlehiyê” an go ji bo astengkirina çûn û hatina HPG’yiyan têne çêkirin.
Saziyên civakî bê helwest in
Bi çêkirina her 7 kîlometreyekî bendavekî, di dema çêkirinê de texrîbkirina xwezayê, ji ber bi sedan bax û bexçe di bin av û xirabeyan de dimînin jî, ne ji hêla hemwelatiyan û ne jî saziyên sivîl ên têkildarî mijarê de heta niha tu bertek nehatiye nîşandan.
Ji hemwelatiyan Sedat Altan, diyar kir ku ew çêkirina Bendava Pisyarê ya ku nimêj ve ji bo avdaniya erdan hatiye çêkirin fêm dikin, lê çêkirina van her 4 bendavên din ku yek ji wan pir mezin e û çend gund, dar û beran dixe binê avê û texrîb dike, hatiye çêkirin fêm nakin. Altan, da zanîn ku bi van bendavan re ekolojî li heremê tar û mar kiriye û destnîşan kir ku divê di serî de hemwelatî û bi tevahî rêxistinên civakî yên sivîl û partî li hemberî vê yekê derbikevin. Altan, anî ziman ku bi van bendavan re çavkaniyên av an go kaniyan çikandiye û ji ber vê yekê jî hewayê heremê hişk kiriye.
Masî wê tune bibin!
Welatiyê bi navê Hadî Yilmaz ku ev bi salane di çemê Pisyarê de masîvaniyê dike, diyar kir ku ji ber çêkirina van bendavan ku xwezayiya herikandina avê xirab dike û rengê avê diguherîne ew masiyên ku bi tam û xweş ya herêma Asê de bi tunebûnê ve diçe. Yilmaz, anî ziman ku masiyê ava çemê Pisyarê bi nav û deng e, vê yekê her kes dizane lê mixabin ji ber van çêkirina bendavan tune dibin.
ERDOGAN ALTAN/DÎHA/ÊLIH