
Wekî her sibehê dîsa wê rojê jî zû rabûbû dayika Mîran. Ji her rojê zêdetir canê wî giran û madê wê nexweştir bû. Giyana wê tengav bû. Lê nedizanî ji ber çi sedemê canê wê aciz dibû. Bêhna wê teng dibû. Dilê wê nedixwest tiştekî bixwe. An jî karekî bike. Hîs dikir ku tiştek xwe winda kiriye yan jî kêmasiya tiştekî di giyanê xwe de hîs dikir. Bi wî awayî hestên wî xwe da pêşandan. Lê dîsa nedizanî ci winda kiriye. Li ku winda kiriye. Tirsek laşê wî direcifand, lê sedem ne diyar bû. Çi bû gelo ji ber çi bû ji xwe ne diyar bû. Di çileya kanûna ewil de bûn. Zivistaneke pir dijwar, sar dihat jiyandin. Ji her salê zêdetir cemidîbû.
Qerimekê hişk, bi qeşayê re hemû deveran wisa girtibû ku êdî hêz di avê de nemabû ku biherike. Bayê seqemê xwîna laşê mirovan diqerisand. Ajal ji lehnên xwe dernediketin. Ji birçîna zûrezûre guran bû. Mîran ji keça xwe pirsî bi dengeke nizm û jixwetêr: “Birayê te îro jî nehat” ew ê jî diya xwe bersivand û bi dengekî ji xwe bêbawer got: “Na dayê, hê jî zarokên tu gundiyan nehatine” û carek din vegeriya ser karê xwe yê kevanîtiyê. Roja wan wekî her rojên borî, di nava kar de derbas dibû. Lê nerehetiya wan her ku diçû zêde dibû. Roj ber bi êvarî be diçû. Kevaniyên gund her tim berêvarê nêzî gund dibûn. Bi tariya şevê re ji sînor derbas dibûn û dihatin gundên xwe. An jî jê derdiketin ber bi sînor ve diçûn aliyê din. Hatin û çûyîna derveyê sînor tim di wan seatan de pêk dihat. Jiyan bi rengekî wisa di dema xwe de diherikî û xwe didomand.
Êşa parçebûna welêt
Bi sazkirina sînorên nav gundan û pê de jiyana wan di nav têlan û zeviyên mayînan de derbas dibû. Mayîn û têl bûbûn parçeyeke herdemî ya jiyana wan. Ev jiyana ku ji bav û bapîran ji wan re mîras mabû her tim wekî ku di ser pira siratê re derbas dibûn diborî. Dûr, dirêj û tûj, wekî devê şûr… Sed sal berê hêzên dagirker piştî şerê cîhanê yê yekemîn welatê rojê kiribûn çar parçe û di navbera sê dewletan de parve kiribûn. Welatîyên welatê rojê di bin destên wan mêtingeran de di şert û mercên herî zor de jiyana xwe didomandin. Ji parçeyek heta diçûn parçeya din canê xwe teslîmê malkemotan dikirin. Di nav wan parçeyên welatê wan de sînoran çêkiribûn û parçe kiribûn. Bi têlan û mayînan honandibûn. Her sal bi dehan mirov bêling diman, dimiriyan an jî di pevçûnan de dihatin kuştin…
Berêvarê û pê de hewldanên meqerên gazê zêde bûbûn. Helîkopterên wan ji asîman nedihatin xwarê. Herêmê keşf dikirin. Leşker her ku diçû zêde dibûn. Di tevgerê de bûn. Mîran bi guman û bi tirs wan dişopand. Her ku diçû tirsa dilê wê zêdetir dibû, di cihê xwe de neditebitî. Dengê firokan her diçû zêde dibû. Ji aliyê Iraqê ve karwaneke qelebalix dihatin. Meqerên gazê wan dişopandin. Gav bi gav ew diketin kemînên gurên boz. Bi dehan mirov û dewarên wan ên bi bar di êvara wî roja mehşerê de ber bi gundên xwe ve dihatin. Bi armanca hêviyên rojên xweş dimeşiyan. Lê hêviyên wan di wê kurtedemsalê de qerisîbûn û kemîna Ezraîl li ber wan tora mirinê vedabû. Bêdengiyek bêbext hebû. Şev tarî û sar bû.
Dengê firokan çiqas nêz dibû, Mîran jî dilerizî. Dengê firokan wekî gurmîna ewrên xembar birûskan dibarand û guhan ker dikir. Ji dengê qazanên Napalman wekî birûskan deng vedidan û bêhna barûdê bûbû mijeke tarî û wê heremê difetisand. Napalm dibariya û mirin nêz dibû. Ji dora jiyanê pel bi pel can diweşandin erdê û diketin hembêza axa sar. Wekî taviyên teyrokên meha gulanê mirazkuj bûn. Mîran diqîriya, mîran diloriya… Sînga xwe bi mîstan dihingaft. Ji damarên dilê xwe xwînê diherikand. Cerg û hinavên wê dibûn gola şînê û der dibû, dîsa di cegeran de mirazên nû û ciwan diketin bin axê. Kerwan di bin tofana napalmê de her ku diçû yek bi yek dişewitî. Wekî ku di kelegerma havînê de agir bi daristaneke hişk bikeve, di nav pêtên agirê dojehê de can dişewitîn, dişewitîn… Her diçû dîsa dişewitîn… Her pêlê canek dibir. Bi tenê ji wê tofanê caneke nîvmirî mabû. Mîran dilorand. Lehiya rondikên çavan dîroka kevnar di roja nû de diherikîn û ber bi xwe ve dianî. Bi pêlên xwe re Şirnex, Nisêbîn û Licê distirand. Di keserên wan de bi qeydên axînan cenazeyan diyarî axa sar dikirin.
Bihareke xemdar
Mîran serî danî ser kêla kurê xwe û wî jî canê xwe tevli karwanê wan kir. Bi kesera dilê xwe wan di hembêza xwe de bi cih dikir. Wê salê refên qulingan li wê herêmê nefirîn. Ji bêhna barûdê û kela pêtên agiran, berfînan, çîçekan xwe venedikirin. Gul û nêrgizan rengên xwe nedidan biharê… Dîsa destên qirêj û mirazkuj xwe dirêjî hêlînên teyrên wî diyarî kiribûn. Cih û warê wan talan kiribûn. Ji wî biharê û pê de êdî kevokan hêlîn çênedikirin. Ji xem û xeyalên mîrazşikestî evîn li xwe heram kiribûn. Gul nedibişkivîn, Bilbil nedistirîn, bi tenê kundan li ser xirbeyan dixwendin, bi axînên kerbelayî . Geliyê Sorxwînê bi lorîkên dayikan deng vedabû (…) Di şeveke tarî û sar de can dibariyan li kolanên Helepçeyê Bi êşên Çarçirayê ez dîsa Dêrsim bûm… Lê vê carê nalînên Roboskê diheliyan… Di êvarên birînên bêderman de sînor danîn di nav neqeba dilê min û te de… Wekî keriya di nav her du çavên me de bi şûrên zengar em ji hev veqetandin dil û canan em di birînên Helepçeyê de bi jana Roboskê dinalin Keziyên Mîran di xwînê de sor bûbûn…
KAZIM BENEK / Girtîgeha Tîpa T a Umraniyeya / STENBOLÊ