Gerstêrka bi navê "TOI 700 d" hema hema bi qasî dinyayê mezin e û li dora stêrka xwe li devera ku av dibe ku li herik be, digere. Staelita TESS´ê ku jixwe armanca wê dîtina van gersterkan e, ev cara yekê ye, ku gerstêrkeke wiha dibîne. Ev wêneyê hanê jî hunermendekî bi xeyala xwe ji bo TOI 700 d çêkiriye. Lê axir nayê zanîn ka sererda vê gerstêrkê bi temamî av e yan gelo weke marsê bi temamî lat û zinar e. Roja wê ji sedî 40 ji tava me piçûktir e û gerstêrk li dora wê di 37 rojan de digere. Tişteke din ku atronom pê dizanin ew e ku weke heyva me li dinyayê dinihêre, aliyekî vê gerstêrkê sabit li rojê dinihêre û aliyê din jî timî sî ye. Niha gelek astronom wê bi derfetên xwe û her wiha yên TESS´ê vê gerstêrkê bişopînin ji bo ku li ser wê bi bêhtir tiştan bihisin.

 

WASHINGTON