Di serdema krîza koronayê de gelo dijîtalbûn ji bo hilberîna çandî wê karibe bibe derman? Niha li Elmanyayê gelek muzexane û hunermend li bersiva vê pirsê digerin. Li Elmanyayê hunermendekî bi konserên xwe yên piyanoyê zindî xwe gihand 300 hezar guhdaran.

Ji ber şewba vîrusa koronayê, çalakiyên çandî betal bûn, muzexane, holên konser, şano û sînemayan hatin girtin. Ji ber vê yekê hin navendên çandî li rêyên alternatîf ên xwegihandina mêvan û xelkê digerin.

Das Neue Museum (Muzexaneya Nû) a ku bustê Nefertîtî jina firawûnê Misrî nîşan dide niha tik û tenê ye. Carê li dora wê qutiya camî ya ku bustê de xelkê pê li hev dikir. Ev muze û muzeyên din ên li Girava Muzeyan a li Berlînê salê 3 milyon mêvanan diezimînin. Lê vîrûsa koronayê deriyê wan girtin.

Li gorî senatorê çandê yê Berlînê Klaus Lederer “Astengî dikin ku mirov afirîner be”. Axir hem li Berlînê û hem jî li temamê Elmanyayê niha hilberînerên çandê hewl didin mekanên xwe û berhemên xwe di dinyayeke dijîtal de bi cih bikin. Xêreke wê jî ji bo mêvanan heye: Heqê bilêta ketina hundirê muzeyê nîne, mirov belaş dikevin muzexaneyên dijîtal.

Gelo dijîtalkirin wê bi kêra mirovan bê

Ne tenê muzexane û saziyên mezin ji dinya dijîtal sûdê werdigirin. Mesela, piyanîstê navdar Igor Levit ji destêpêka krîza ji ber şewba koronayê ji malê yan jî ji devereke din konserên dijîtal li ser hesabên xwe yên medya civakî dide û heta niha xwe gihandiye bêhtirî 300 hezar temaşekerî bi awayekî zindî. Ew dibêje, “Ez dixwazim roniya di hinavên me de venemire. Ev jî meseleyeke muhim e.” Gelo ev dijîtalkirin wê bi kêra demokratîkkirina hin hunerên ji pirraniya mirovan dûr bê?

Filarmoniya Berlînê jî di vê dema deriyên wê girtî de holên xwe ji bo konserên li ser înternetê bên weşandin, terxan dike. 600 konser wê bi vî rengî bên dayîn bi aksiyona #UnitedWeStream. Helbet armanc her wiha ew e ku ev holên hilberîna çandê tine nebin.

Her hefte gotina çîrokekê

Muze jî xwe bi vê diêşînin. Monika Hagedorn-Saupe ji Înstîtuya ji bo Lêkolînên Muzeyan e. Ew dibêje, “Mesele ne ew e ka mirov çawa dijîtal biçe serdana muzexaneyekê, lê ew e mirov derfetên medya dijîtal bi kar bîne da ku serdana muzexaneyekê balkêştir bike.” Axir li gelek muzeyan niha rastiyarealîteya dijîtal tevî peyker, resm, wêne û înstalasyonan cihê xwe digire. Mesela Mainzer Museum ji bo gera bi keştiyên antîk, gereke dijîtal a xeyalî amade kiriye li ser keştiyeke antîk a mezin.

Lê muzeyên mezin karibin vê bikin jî, muzeyên piçûk wê karibin çi bikin ne diyar e. Înstîtuya ji bo Lêkolînên Muzeyan pêşniyaz dike ku ew jî çîrokên kurt bibêjin bi awayekî dijîtal: Muze dikarin her hefte tiştekî yan jî diduyan hilbijêrin û wan dijîtal li ser înternetê bidin nasîn û çîroka wan bibêjin.

Diyar e ku krîza ji ber şewba koronayê vê pêvajoya dijîtalkirinê bi lez dike. Ka ev ê ji bo mirovan xêr be yan na jî em ê bibînin.

 

BERLÎN