Yek ji 8 çeteyên biyanî yên DAIŞ‘ê yên li bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê ji aliyê YPG’ê ve bi saxî hatin girtin, welatiyê Elman Lucas Glass e. Derket holê ku der barê Glass de li Elmanyayê biryara lêgerînê heye.

YPG’ê pêr bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê Hecînê û derdora wê 8 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî bi saxî hatine girtin. Çapemeniya Elman cihekî berfireh da girtina DAIŞ‘iyê Elman. Glass sala 1995’an li bajarê Dortmûndê ji dayik bûye, sala 2013’an têkilî bi komên Selefîst re daniye û sala 2014’an di ser Tirkiyeyê re tevlî nava çeteyên DAIŞ’ê bûye.

Navê “Ebû Ibrahîm el-Elmanî” i xwe kir

Lucas Glass di nava DAIŞ‘ê de navê “Ebû Ibrahîm el-Elmanî” li xwe kir. Hat zanîn ku hêzên ewlekariyê yên Elman, ji sala 2016’an ve ji ber “Endametiya rêxistina terorê” lêpirsîn li dijî Glass daye destpêkirin. Sala 2016’an bi belgeyên DAIŞ’ê eşkere bû ku Glass endamê wê ye.

Bi saxî ketin destê YPG’ê

Piştî ku nivîsên navxweyî yên DAIŞ‘ê ketin destê hêzên ewlekariyê yên Elman, serdozgeriya federal a li Karlsruheyê Cotmeha sala 2016’an der barê Lucas Glass de lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê nayê zanîn bê dewleta Elman Glass ji YPG’ê bixwaze yan na. Hejmara DAIŞ’iyên welatiyên Elman ên di destê YPG’ê de bû 36. Ji bo DAIŞ‘iyên Elman ên di destê YPG’ê de, ev demek e ku bang li hikûmeta Elman a federal tê kirin. Rêveberiya Berlînê jî diyar kiribû ku ji bo anîna wan welatiyên Elman, ew li ser alternatîfan dixebitin.

 

ANF / BERLÎN