Serokkomarê Tirk R.T. Erdogan, êdî tenê gefan dibarîne û wer xuya ye ku nikane axaftineke normal bike. Rojê sê çar caran daxuyaniyan dide û çapemeniya Tirk hemû axaftinên (gefên) wî zindî diweşîne. Kes û komên ku mîna wî nafikirin, gorî dilê wî deng nakin û helwest nîşan nadin; giştan dike hedefa saziyên dewletê. Bi taybetî jî naxwaze kes li derbarê şerê giran ê ku li dijî Kurdan bi rê ve dibin, gotineke însanî bike û daxwazên aştiyê bîne ser zimên. Ew û nûnerên hikûmet û dewletê dixwazin herkes li hember wêrankirina bajarên Kurdan û kuştina bi sedan Kurdên sivîl xwe kor, lal û kerr bike…

Piştî çalakiyên komaleyên Elewiyan û banga akademîsyenan, kêm be jî li hundir û li derveyî welat dengê aştîxwazan hinekî bilindtir dibe. Di bertekan de zêde qala mafê Kurdan neyê kirin jî, bi piştgirîdayîna mafê azadiya raman û vegotinê, zilma dewletê ya li bakurê Kurdistanê jî dibe rojeva raya giştî ya cîhanî. Helbet ev rewş, Erdogan û rayedarên dewletê hê bihêrstir dike…

Erdogan çend roj berê dîsa bi kîn, gef li Kurdan barandin û got; “di pêvajoya pêşberî me de em rêxistinê û saziyên bi wê ve girêdayî êdî mûxatab nagirin; ew kar xelas bû…“

Rast e; Erdogan li Tirkiyê benê hemû sazî û erkên dewletê xistiye destê xwe û daraz, hikûmet, parlamento, arteş û asayîş gorî dilê wî tevdigerin. Kelîmeyên ku ji devê wî derdikevin wek qanûn tên hesibandin û her sazî tavilê gorî gotinên wî tevdigerin. Yanî bi her awayî rejîmeke dîktatorî ya wek monarşiyên kevin li dar e… 

Lê ev neyê wê maneyê; ku şûn û erka Erdogan bi vî awayî hê saxlemtir û mayînde dibe. Ya ku Erdogan û yên derdorê ji bîr dikin ev e ku qanûnên jiyana civakî ji qanûnên dewlet û serdestan bihêztir û mayîndetir in!.. 

Pêşketinên heyî bi aşkereyî nîşan didin; ku Erdogan çiqas li hundirê Tirkiyê otorîteya xwe zêde bike jî li derve hemû hêz û bandora xwe ya siyasî û dîplomatîk wenda kiriye. Hêza dewleta Tirk a dîplomatîk ji ya her demê lawaztir e. Hêzên serdest ên cîhanî rêveberiya dewleta Tirk ji dîplomasiya herêmê îzole kirine û ew tenê di nava sînorên siyasî yên Tirkiyê de ase bûne. Serdestên cîhanî ji bo ku Tirkiye destê xwe tevlî pêşketinên li Sûriyê û Iraqê neke, çav ji êrîşên rejîmê yên li dijî Kurdan re girtine. Erdogan û tîma wî jî vê firsendê bikartînin û bi hemû hêza dewletê ve ji bo têkbirina têkoşîna Kurdan û şikenandina vîna Kurdan a siyasî û rêxistinî di nava êrîşên hovane de ne…

Rêveberiya Erdogan xwedî ti perspektîfeke însanî, azadî, aştî û aramiyê nîn e û nûnertiya ti nirxên demokratîk û mirovî nake. Êrîşên hovane yên rejîma Tirk ji ber bêhêzbûn û tirsê ye…

Di nava vê hengameyê de Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdî çiqas di bin êrîşan de bin jî; berovajî rejîma Tirk, Kurd ji her demê bihêztir û rêxistinî ne û di qadê navneteweyî de jî bandorê li ser planên hêzên serdest ên cîhanî dikin…

Kurd her ku li ser pê dimînin; ewqas bandorê li siyaset û dîplomasiya Rojhilata Navîn dikin. Îsal daneyên nû wê derkevin holê û wer xuya ye ku heta dawiya 2016’ê statûya Kurdan a siyasî wê bibe wek rojeveke sereke ya dîplomasiya herêmê....

Di tabloyekî wisa de vegotinên Erdogan ên mîna; “mûxatabnegirtina vîna Kurdan“ jî wek gotinên pûç û bêmane dimînin. 

Ji xwe, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî, pêvajoyekî nû yê bi dewleta Tirk re wê bi argûmantên cûda bê bi pêşxistin. Êdî statûya Kurdan a siyasî wê bê niqaşkirin.

Ji aliyê Kurdan ve mûxatab kî ye; aşkere ye. Lê mirov rewşa siyasî ya Tirkiyê û ya Rojhilata Navîn bigire ber çavan; ewqas teqez nikane bêje ku ji aliyê dewleta Tirk ve mûxatab wê kî bibe!..

Gelo Erdogan wê wek mûxatab bimîne an na!?.