Berdevka wezareta karê derve ya Çînê Jiyang yu bang li hemû aliyên Sûriyeyê kiribû ku bercewendiyên gel û welat bide pêş û dest ji tundî û xwînrijandinê berde, lir iyên diyalog û çareseriyê bigere. Jiyang yu bang li hikûmeta Sûryiyeyê kir kul ezê bide sozên xwe yên derbarê azadiyan de û daxwazên gel ên pêkan bi cih bîne. Her wiha Yu anî ziman ku dê şandeyeke welatê wan di meha pêşiya me de serdana Sûriye û Misrê bike.
Wekî tê zanîn Çîn û Rûsyayê li dijî biryara Konseya Ewlekariya mafê veto yê bikar anîbûn û plana derbarê Sûriyeyê ya şermezarkirina bikaranîna tundiya li hember xwepêşandêran a rejîma Sûriyeyê veto kiribû.
Ev vetoya Rûsya û Çînê rastî rexnekirina welatên Rojava hatibû. Li gorî Çînê wan ev biryar veto kir ji ber ku dê alozî zêdetir kiriba. Her wiha hefteya borî wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin ku ew plan dikin ku di van rojan de Konseya Ewlekariyê projeya planeke din dikin ku bi rengekî hemû aliyên tundiyê bikar tînin werin şermezar kirin ne tenê rejîma Esad.
Beriya niha Rûsyayê jî hin daxuyaniyên bi vî rengî dabûn û bang li aliyan hatibû kirin ku ji bikarnîna tundiyê dûr bikevin. Her wiha bang li rejîma Esad hatibû kirin ku zû reformên berbiçav bike û dest bi pratîkekirina sozên xwe yên berê bike.
Wiha xuyaye ku heke rejîma Sûriyeyê dest ji tundiyê bernede dê van herdu hêzên ku alîgirên wê mane jî winda bike û biryareke navneteweyî derbarê wê de derkeve. Ji aliyekî din ve an jî wekî dibêjin ji alî meydanî ve jî rewşa heyî nehatiye guhertin her roj kuştin û girtin hene lê xwepêşandan j îli gelek bajarên Sûriyeyê berdewam dikin.
Her wiha daxuyaniyek balkêş ji alî rêxistina Efûya Navnetewî jî hat. Rêxistina Efûya Navnetewî, Sûriyê bi wê yekê gûnehbar dike ku nexweşxaneyên giştî yên welat kiriye amrazek ji bo îşkencekirin û binpêkirina kesên di xwepêşandanan de birîndar dibin û tênin nexweşxaneyên giştî.
Wekî tê zanîn bazirganiyek mezin di navbera Rûsya û Sûriyeyê de heye ku sala 2009’an gihabû 2.2 milyar dolar û dibe ku ev gotinên rayedarê Rûsyayê yên dawî wekî gaveke dîplomasî be û tenê tetkîkî be wekî daxuyanî û banga Çîn û Îranê be.

Birîndar tên îşkence kirin 
Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) ku navenda wê li Londonê ye, daxuyaniyek weşand û ragehand ku herî kêm li 4 nexweşxaneyên Sûriyeyê xwepêşanderên birîndar rastî lêdan û îşkencekirinê bûne. Ev kar jî ji aliyê tîmên pijîjkî yên nexweşxaneyan û hinek car jî ji aliyê kesên ne pijîjk ve tên kirin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Efûya Navnetewî ew îşkencekirinê zêdetir li nexweşxaneyên giştî yên li sînorê Hûmis, Banyas, Tilkelex û nexweşxaneya leşkerî ya li Hûmisê tê kirin.
Rêxistina Efûya Navnetewî li ser zimanê pijîjkekê Nexweşxaneya Leşkerî ya li Hûmisê veguhestiye ku bi çavê xwe dîtiye 4 pijîjk û 20 hemşîre bi awayek xirab mamele ligel birîndaran kirine û îşkence kirine. Heman pijîjk behsa nexweşekê dike ku roja 22’ê vê mehê anîbûn nexweşxaneyê, ji ber lêdan û îşkencekirina hêzên ewlekariyê bê hiş biribû.
Rêxistina navbirî li ser zimanê şahidekî li nexweşxaneyê dibêje: “Nêzî 7-8 zelamên ewlekariyê û hinek ji wan çekdar bûn, li çar aliyên nexweşxaneyê bûn. Dema nexweş çavê xwe vekir û pirsî ez li kûderê me? Êrişî wî kirin û lêdan.”

Rêxistina Efûya Navnetewî di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku gelek birîndar ji ber tirsa îşkencekirinê ditirsin ku biçin nexweşxaneyên giştî û berê xwe didin nexweşxaneyên taybet.

  ŞAM