
Wisa dixuyê ku wê şerê PJAK û Îranê yê di 16’ê tîrmehê de, di encama êrişa Îranê ya li ser Qendîlê dest pê kir, dirêjtir bibe. Ji ber ku BTC’ya (Baku-Tîflîs-Ceyhan) Îranê di rojevê de ye. AKP hewl dide Îranê teşwîqê gurkirina şer bike. Ji ber ku pêwîstiya her du aliyan bi hevdu heye.
Gaza Îran û Rûsyayê
Bi awayeke zelatir; muxalefetên Kurd ên li herdu welatan, statûkoya dewletan bi zoriyan re rû bi rû dihêle. Ger nikaribin van muxalefetan tune bikin, hewl didin bi hev re wana bihelînin. Ji ber ku li Tirkiyeyê gaza xwezayî girîng e, Enqere bûye dilsozê gaza xwezayî ya Îran û Rûsyayê.
Tê zanîn, heta têkiliya Îran û Tirkiye xurt be, wê Iraq jî di nava hevsengiyên nû de biçe û bê. Ji ber ku desthilatiya Sunniyan a li ser Iraqê şkest, desthilatiya Şiîyan xurtir dibe. Enqere ji dizane; ger têkiliya wê bi Îranê re xurt be, wê bi awayeke hêsantir li ser Sûriyeyê bibe serdest. Enqere dixwaze bi riya têkiliyên xurt ên bi Îranê re li ser Hizbullah û Şiîyên herêmê bibe xwedî bandor û beşdarî lîstokên li Libnanê dike. Bi vî awayî di kare di navbera rêveberiya Filîstîn, Hamas û Îsraîlê de jî rol werbigire.
Îran jî Tirkiyeyê weke pencereya dengê xwe yê ber bi rojava ve dibîne. Heta niha ji bo piştgiriya ji bo enerjiya nukleer a ji Enqereyê wergirt spasdar e. Rêveberiya AKP’ê, di gulana 2010'an de li Tehranê ji bo alegoriya ûranyûmê bi rêveberiya Ahmedînejad re peymanek mor kiribû. Her wiha, piştî wê di pûşpera sala 2010 de Tirkiyeyê ji danekirinên li hemberî Îranê re dengê ‘Na’ bi kar anîbû. Bi vî awayî Îran di mijara pirsa Kurd û krîza aboriyê de piştgiriya Enqereyê dixwaze.
Îran, Malîkî wek piyon dibîne
Îran dixwaze van girêdanan bi kar bîne û dest bi hevkariyekê nû dike, ji ber wê jî rêveberiyên Bexda û Enqereyê li pişt xwe dît û dest bi şerê li dijî PJAK’ê kir. Îran bi dirûşima ‘Heta PJAK tune bibe, ew ê şer bidomînin’ dest bi êrişan kir, piştî ku di şer de gelek rayedarên payebilind winda kir, vê carê li deriyek din ê alîkariyê geriya. Di 26’ê tîrmehê de Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ramin Mihmanperest ragihand ku wana ji Almanyayê xwestiye ku serokê PJAK’ê radest bike. Mihmanperest diyar kir ku wana ji rêveberiya Nûrî Malikî ya Iraqê jî xwestiye ku hêviyên wan ên radestkirinê pêşwazî bike. Jixwe Îran piştgiriya herî xurt ji Iraqê hêvî dike. Rêveberiya Bexdayê dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixe nava zorî û zehmetiyan û bi vî awayî Qendîlê di nava dorpêçê de bihêle. Nûrî Malikî weke piyonê xwe dibîne. Ji ber ku dema Rêberê El Iraqiye Iyad Elawî dixwest hikûmeta nû ava bike, Malikî bi alîkarî û zextên Îranê careke din bû Serokwezîr, ji ber wê jî ji Îranê razî ye.
Îran dixwaze gaza xwe ya xwezayî bişîne Ewropayê
Îran ji ber embargo û rewşa çekdariyê li hemberî Rojava pir tengav bûye. Îran enstûrmanên aboriya nû li hemberî Enqere û Bexdayê weke koz bi kar tîne. Li aliyekê ku şer berdewam dike li aliyê din jî ji bo Îran gaza xwe ya xwezayî bişîne Ewropayê, di 25’ê tîrmehê de bi Sûriye û Iraqê re peymanek mor kir.
Wê meriyeta lûleya gaza xwezayî ku bihayê wê 10 milyar dolar e çawa di navbera Îran-Iraq-Sûriyeyê de pêk were? Ji bo ev lûle bigihije Sûriyeyê, divê di nava xaka Başûrê Kurdistanê re derbas bibe. Ji bo parastina vê lûleya petrolê, divê Kurdan bê statû bike û PJAK-PKK’ê tesfiye bike. (Dîsa konseptek nû ya weke projeya Amerîka û Tirkiye ya 3 milyar dolar a di salên 1990’î de ji bo Baku-Tîflîs-Ceyhanê, pêk hat û bi vî awayî di encama operasyonekê de Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan ji Sûriyeyê derstistin, di dewrê de ye. DYE ger niha êrişê Sûriyeyê bike û xwe ji Iraqê vebikişîne, naxwaze hêzek xurt li herêmê bimîne.) Bi vî awayî wê rêveberiya Hewlêrê jî têxe din çavdêriya xwe de. Wê li aliyekê sûdê ji çavkaniyên Besrayê werbigire, li aliyê din jî wê tişta ku bixwaze bi rêveberiyên Iraq û Hewlêrê bide kirin. Ji bo pêkhatina vê lûleyê divê hikûmeta Iraqê li hemberî Kurdan êrişkartir bibe. Ji ber wê jî wê hewl bidin ku hevsengiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê serûbin bikin.
Her wiha , her du welat ji bo girêdana elektirîkê jî hevdîtinan li dar dixin. Dîsa ji bo vê yekê jî alîkariya Tirkiyeyê pêwîst e. Di 27’ê tîrmehê de jî bi Tirkiyeyê re ji bo hinardeya mal peymanek bi 100 milyon dolar mor kir. Ev her du welat jî dixwazin çavê xwe bigirin û naxwazin vê yekê bibînin. Lê ji bo vemirandina bizotê agirê serhildanê ya li Tûnûs û Misirê dest pê kiribû ne hêza DYA têrê dike, ne jî tundiya Îran û Tirkiyeyê têrê dike.
M. ALÎ ÇELEBÎ/STENBOL
Li Çomanê êrîşên Îranê hat şermezarkirin
Li hember topbarankirina xaka başûrê Kurdistanê ji aliyê arteşa Îranê ve pêr hijmarek rêxistinên komelgeyên medenîn, li bajarokê Çomanê xwepêşandeneke nerazîbûnê pêkanîn. Xwepêşandan ji aliyên saziyên sivîl ve hatibû organîzekirin û beşdarvanên ku tê de amade bûbûn, ji Qesrê, Smîlan, Gelale û Hacî Omran hatibû encam dan.
Di meşa xwepêşandanê de beyannameyek hate xwendin û daxwaz ji tevahî xelkên Herêma Kurdistanê hat kirin ku, li hember êrîşên rejîma Îranê helwestekî cidî werbigrin da ku ev topbarankirina sînor rawest.
Di vê bareyê de, Ferman Mihemed serokê leqa zaneyên Çomanê weha got: Eve nêzîkî du heyv in ku topxaneyên rejîma Îranê bi berdewamî gund û zevî, bexçe û zozanên koçer û cihê çêreya pezê şivanên Herêma Kurdistanê bi şêweyekî serhev tê topbaran kirin, di encama vê de jî ziyanên canî û madî gihiştiye gundî, cotiyar û şivanên deverên Balekayetî, Elî Reş, Kanî Cengê, Çoman, Qesrê û Hacî Omran.
Li dawîya axaftinên xwe de weha da zanîn ku, "eger topbarana rejîma Îranê berdewam bikê, em weke saziyên sivîl dê bi rêzeçalakiyên cûda bersivê bidin".
PNA
Gundiyên Qendilê ji zozanên xwe koç dikin
Li Başûrê Kurdistanê li herêma Qandîlê ji ber topbaranên dewleta Îranê welatî ji gund û zozanên xwe koç dikin. Gundiyan diyar dikin ku, gelek ziyana wan çêbuye. Gundî dixwazin ji rojek ji ya din zûtir dewleta Îranê topbaranê rawestine û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bêdeng nemînin. Gundiyê bi navê Kerîm Îbrahim yê ku ji zozanên Zengilê li ser topbaranan wiha got: „Gelek ziyan û lawirên me telef bûn. Ji bo wê jî em neçarbûn ku ji zozanên xwe koç bikin. Me got hêj ziyana canî cênebuyî em ji zozanan biçin ku heta dê çi bibe. Ez bang li Hikûmeta Herêmê dikin ku li dijî van topbaran bêdeng nemîne. Ji ber ku yê telef û tên kuştin gundî û lawirên gundiyane. Her wiha herêma Kurdistanê agir pêdikeve. Gel ji gund û warên xwe koçber dibin ne jiyane, ne rêke em nikarin bi vi aweyî jiyan bikin. Ji bo vê jî yan bila ji mere bêjin necin li ser gundên xwe yan ji bila ji bo me çareyek were ditin. Îran neyarê hemû gelê Kurd e. Ne tenê Îran Tirkiye, Suriye û Amerîka jî neyarin. Bila hikûmeta herêmê ne bêje ev ji bo PJAK’ê hatine, ev êrişe ji bo hemû Kurdan e. Zarokên me ji ber tirsa topbaranê nedikarin nan av bixwin. Ji bo wê jî em necar bûn ku cih û malên xwe berdin. Bila Mesut Barzanî ji dengê giriyê zarokên Kurd çareyekê bibîne. Eger ew li hewara vî gelî neyê ev gel ji bo wî dengê xwe karnayne“ Kerîm diyar kir ku ne pêwiste bang li Hikûmetê were kirin. Dayikan bang li hikûmetê kir
Dayika Bedrê balkişand ser êrîşan û wiha got: „Ez dixwazim dawi li van topbaranan were û êdê bes Kurd bên kuştin. Me niha mal û tiştên xwe berdane em reviyane. Gelek ziyana me çêbûye. Sewalên me hemû li wir mane. Divê ev topbaran rawestin da ku em bikaribin li ser axa xwe wek mirovan jiyan bikin. Em jî mirovin, weke hemû gelê cihanê dixwazin li ser axa xwe û azad bijîn. Ez weke dayike bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim kû li diji van topbaran bên den ne mine.“
HEWLÊR
Îran û Tirkiye li ser kuştina Kurdan bûne yek
Romanivîs Xisru Caf, der barê geşedanên nû û operasyonên Îranê de nerînên xwe anîn ziman. Caf, diyar kir ku Îran û Tirkiye di gelek mijaran de li hev nakin lê di mijara Kurd kuştinê de li hev kirine, ev yek ne tiştek nûye ji serdema Sefewî û Osmanîyan destpêdike. Caf, destnîşan kir ku dewletên Tirk û Îranê ji ber gotina "Na" li ser Kurdan van êrîşan dimeşîne û wiha axivî: "Ji ber ku Kurd ji bindestiyê re dibêje na, jiber ku ji bêmafbûn, bêvînî, koletî û bindestiyê re dibêje na êrîşên li ser gelê Kurd zêde dibin.
Caf, bal kişand ser rewşa Îranê û anî zima ku Îran bi derdorê xwe ketiye. Çaf, bilêv kir ku Îran raste rast gelê sivîl xistîye hevdefa xwe û wiha got: "Di van êrîşan de gelek gundiyên bêsûç bûne hedef. Rewşa Îranê dişibe wekî bazê bê nava gund li mirîşkê bigere ye. Îran ji li hedefa xwe kiriye gelê bê guneh û bê parastin.”
'Kes nikare şerê birakujiyê bide destpêkirin'
Caf, da zanîn ku gelek derdor û hêzên serdest dixwaze di nava gelê Kurd de şerê birakujiyê bide destpêkirin, lê êdî hêza tu kesî tune ku di nava gelê Kurd de şerê birakujiyê bide destpêkirin. Caf, di dawîya axaftina xwe de anî ziman ku Kurdistan yek parçeye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bibin xwedî hesta yekîtiyê. Ji ber ku em Kurdin xaka me yeke armanca me yeke , em li ser heman xakê dijîn û xwina me yeke ji ber wê yekê jî divê em rê nedin ku dijmin me parçe bike. Caf got ku divê em bi fikir ruhek hevpar tevbigerin û ji bo parastina Kudistanê çi ji destê me tê em bikin.
GULÎSTAN AKSOY/ABDULLAH - RAMAZAN/DÎHA-HEWLÊR