Di êrişa bi ser Şengalê de yek ji bombeyan li çeperên pêşmergeyên PDK´ê jî ket û di encamê de li gorî daxiuyaniya fermî ya PDK´ê, 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye û 6 jî birîndar bûne. Lê belê bûyera bi rastî hêjayî lêkolînê ew e ka gelo pêşmerge beriya êrîşê hatine hişyarkirin yan na.

Pêşmergeyekî şahidî li bûyerê kirî got,wan pêşmergeyên xwe hişyar kiribûn da ku hay ji xwe hebin û wiha peyivî: “Wan gotibû ‘wê tenê navendên PKK’ê werin bombebaran kirin, ne yên pêşmergeyan’.” 

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê ya ser bi PDK´ê, pêşmergeyekî ku li herêmê şahidiya êrîşê kirî gotiye: “Êrîş saet 02:00’an çêbû. Me telefon da pêşmergeyên din, wan ji got, wê  cihên PKK’ê bombebaran kirin. Ji me re gotin hay ji xwe hebin û xwe rizgar bikin. Her wiha wan pêşmergeyan ji me re got, çek li gel me hene û em nikarin cihê xwe berdin, em dibînin cihê PKK’ê bombebaran dikin.”

Her wiha wî pêşmergeyî got: “Balafiran  navendên şervanan li Şengalê bombaran kirin û ji 20 fûzeyan zêdetir avêtin. Lê fuzeya dawî li pêşmergeyan daye û 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye û gelek jî birîndar bûne.”