Piştî şoreşa Sûriyê ya ji bo rûmet û azadiyê hate lidarxistin, dema em li pey xwe dinêrin, ji bilî kuştin, talan, wêranî, koçberî û encama çekdarîbûna şoreşa Sûriyê û destwerdana hêzên derve ve em ê tiştekî din nebînin. 

Tam bi wateya gotinê em dikarin bêjin şerê cîhanê yê sêyemîn li navenda Sûriyê tê meşandin. Di şeran de her tim faktorên sereke hene û piyon hene. Her tim faktorên sereke piyonan ji bo xwe bi kar tînin û bi wan xwe digihînin armancên xwe. Ji dîrokê ve heta niha her tim hêzên cîhanî yên navendî weke efendiyan gelên herêmê mîna kolên xwe bi kar anîne û politîkayên xwe serwer kirine. Ji van gelan yek jê jî gelê Kurd e . 

Bi sedan salan e her tim Kurd weke piyon hatine bikaranîn. Lê tu carî weke gel ku mafê wan ên çandî û nasnameyî nehat dayîn. Ji ber Kurd jî her tim bê rêber û bê rêxistin bûn. Lê îro bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û felsefeya Rêber Apo Kurd li Rojhilata Navîn serkêşiya ronesansa hişmendî û demokrasiyê dikin. Êdî Kurd bûne hêz û faktoreke bingehîn. Îro Kurdan mesafeyek mezin di hêla rêxistinî, leşkerî dîplomasiyê de kudandine. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne, hem di asta cîhanê de hem jî di asta herêmê de pir têkiliyên dostane qezenc kirine. Lê ev pêvajoya Sûriyê ya di avakirinê de weke ezmûnekê li pêşiya Kurdan û hêzên herêmê ye. 

Di van rojên dawîn de bûyerên dîrokî li ser xaka Sûriyê û Rojava diqewimin. Hêzên cîhanî bi Kurdan re ketin nava tifaqek leşkerî, ji bo ev tifaq derbasî aliyê siyasî bibe, hîn di nava lêkolînê de ne. Lê hêzên herêmî bi taybet dewleta Tirkiye û Îran bi hevkariya rejîma Baas û Kurdên hevkar ve Sûriyek bê Kurd difikirin. Ji bo wê ji milekî ve Îranê fitne kir û li Hesekê di navbera hêzên me û rejîmê de şer derxist. Bi xwe jî beşdarî vî şerî bûn, armanca wan em li Hesekê bişikên û piştre li milê Cereblûsê Tirk bikevin dewrê û li hemû bakurê Sûriye destkeftiyên Kurdan ji destê wan derxînin û projeya Federasyona Demokratîk ya Bakurê Sûriyê asteng bikin.

Ger çiqas ev plan li dijî Kurdan be, di bingeha xwe de li dijî gelê Ereb û gelên din ên li Sûriyê dijîne. Wer xuya dike van hêzan li hevdû kirine. Li ser vê Îranê jî qebûl kiriye ku Tirk werin Cereblusê. Dagirkirina Tirkan ya li Cerablûsê di encama lihevkirinek navdewletî de ye. Ji berê ve hêzên koalîsyonê dixwazin Tirkiyê bikişînin şerê bi DAÎŞ’ê re, Tirk jî ji bo ku teşebûsa derbayê di nava wan de çêbûye û prestîja Artêşa Tirk têk çûye dixwestin careke din prestîja artêşa xwe vegerînin û piştre berê xwe bidin Helebê. Ev wê bi xwe re kaosek mezin bînê, ji ber Îran li Helebê serwer e. 

Dema mirov tabloyê bi giştî dibîne, xuya dike ku Sûriyê û Îranê jî ji bo hemû grûbên cîhadî ji hundirê Sûriyê kom bikin û bînin vê herêmê û hemû hêzan di bakurê Sûriyê de bi hevdû re bidin şerkirin. Bi vî rengî dixwazin dersa hemûyan bidin wan. Tirk piştî vê dagirkeriyê bi DAÎŞ’ê re bikeve nava şerekî wê Tirkiyê bibe mîna Pakistanê, ji xwe ev dagirkerî li dijî Ereban e. Ji ber mîna şerê Mercîdabiqê di dema Osmanyan de Tirk bikevin ku derê jê dernakevin. Ev tê wateya parçekirina xaka Sûriyê, Îran jî di vî şerî de wê helak bibe. Em, DAÎŞ û grûbên çete yên girêdayî Tirkiyê şer bikin em ê jî hevdû helak bikin û lawaz bibin. Wê demê bi hêsanî dikarin hemû hêzên herêmê yên di şer de helak bûne, li gorî xwe dîzayn bikin. Sûriyê jî li gorî berjewendiyên xwe bi rêxistin bikin. 

Lê ev ne gengaz e. Ji ber Kurd ne Kurdên berê ne, hem kî çawa xwest bikevin nava şer û bên bikaranîn. Em ê tenê ji bo armancên xwe yên siyasî şer bikin. Armanca me ya siyasî jî Sûriyek demokratîk û bakurê Sûriyê ya federala demokratîk e. Ev bi hevgirtina hemû gelên herêmê ew ê pêk were.