Encamên Referandûma ku Erdogan i Tirkiyeyê rejîma yek zilamî rûdinîne, ji aliyê çapemeniya cihanî ve weke duparçebûna Tirkiyeyê hat nirxandin. Bi vê yekê jî bivê nevê gotinên Mûsa Anter ê li hemberî dadgerê ew ji ber cudaxwaziyê dadgeh dikir hatin tên bîra mirov. Wî ji Dadgerê jê re gotî, “Tu dixwazî Tirkiyeyê parçe bikî!” wiha vegerandibû: “Ma Tirkiye xiyar e ku em wê parçe (duqet) bikin”.  

Çapemeniya cîhanê cihekî fireh ji referandûma li Tirkiyeyê re veqetand û nexasim jî çapemeniya Emerîkî gelekî bala xwe da ser desteserkirina sîstema aprlemanterî bi destê Erdogan û rejîma wî.

Wall Street Journalê îşaret pêşî bi wê yekê kir ku beriya daxuyaniya fermî, hêza desthilatdar xwe serketî ragihandiye, Washington Postê encamên referandûmê weke parçebûna Tirkiyeyê nirxand.  

Nivîskarê Washington Postê Ishaan Tharoor bi nûçeya xwe da zanîn ku serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim ji şaneşîna Navenda Giştî ya AKP´ê encamên referandûma bi hîele û xapan ku wê “wezîfeya wî ji dest wî bigire” pîroz kiriye û bi van gotinan dest pê dike.

Parçebûneke mezin

Di nûçeyê de şîroveya, encam yekîtiyekê nîşan nadin, berevaj wê, „Serketina bi hemanekê û protestoyên muxalefetê, çîrokeke din vedibêjin. Du partiyên muxalefetê bibinketinê red dikin û bi îdîaya nelirêtiyan dixwazin hin ji dengan ji nû ve bên hejmartin. Li Tirkiyeyê gelek qisûrên demokrasiyê hebin jî hilbijartin heta niha bi pirranî weke adil xuya bûn. Lê belê doh bi şev pusula û zerfên bê mohr ên ku muxalefetê îşaret bi wan kir û helwêsta hevnegirtî ya Desteya Bilind a Hilbijartinê nîşan dide ku vê carê rewş guhertiye.”

Ji Enstituya Delma ya navenda wê li Ebû Dabiyê, Selîm Sazak jî îşaret bi wê yekê ku ku encamên vê hilbijartinê, ji hilbijartinên beriya niha cihê hat qebûlkirin û ji rojnameyê re got, “Heta niha muxalefeta Tirkiyeyê bawer kir ku ew di hilbijartinan de bi awayekî rast û adil şikestiye. Lê vê referandûmê ev ev adeta hanê ya jiberbûyî xira kir.”  

Jixwe rojnameyê sernûçeya “Parçebûna mezin” bi kar anî.

Derbek li Erdogan ket

Washington Postê kêmbûna ferqa di navbera dengên “Na” û “Erê” jî weke derbeke li Erdogan ketî şîrove kir û got, “Muxalefeta carê parçekirî, niha li dijî wî bû yek. Belkî weke ku Erdogan biserketî xuya bike, lê di rastiyê de wî ew serketina zelal û eşkere bi dest nexist”. 

Di nava şîroveyîn li ser siberoja Tirkiyeyê de jî rojnameyê cih da gotinên gelek kesan û ji nava van Serokê Navenda Xebatên Tirkiyeyê ya Înstîtûya Rojhilata Navîn Gönül Tol got, „Encam nîşan didin ku Erdogan nekarî hilbijêrên xwe yên neteweperest jî bi qasî dixwest bixe nava tevgerê. Ev jî nîşan dide ku ew ê neçar be ku beriya hilbijartinên serokatiyê yên 2019´an bi terhekî din bipêeyive. Erdogan divê ji navendê re bipeyive, ji bo ku ruh bi aboriyê bîne gavên mezin biavêje. Bi vê maneyê, îhtîmala ku bi Kurdan re li maseyê vegere jî li gorî serketineke mutleq bêhtir e.”

Encam wê têkiliyên bi ewrûpayê re xirab bike

Herçî Wall Street Journal e, wê îşaret bi îhtîmala pragmatîkbûna tekiliyên di navbera Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê û Tirkiyeyê de nirxand. Li gorî wê muhtemel e ku bi zêdebûna erkên serokdewletê Tirkiyeyê re Trump di şerê li DAIŞ´ê de dikare rehettir plana xwe pêk bîne. Lê belê rojname her weha hişyar dike ku têkiliyên Tirkiyeyê bi vê yekê wê bi Ewrûpayê re bêhtir werin dijberî hev.


 NAVENDA NÛÇEYAN