Ev demek dirêj e nîqaşên der barê civîna Cenevre 3 de ji milê hêzên navneteweyî yên ku destwerdana nava xaka Sûriyeyê yên weke koalîsyona navneteweyî, Rûsya û hemû aliyên oposîzyonê ve têne kirin. Ji bo wê civîn, kongre û konferans tên li darxisitn. Lê heta niha hîn ji aliyê tu hêzan ve projeyek birastî ji bo pêşeroja Sûriyeyeke demokratîk, pir reng, wekhev, azad û ne navendî ji aliyê tu hêzekê ve nehatiye danîn, ne jî cesaret dikin ku bêjin vaye modêla me ev e. 

Heya niha hîn aliyan li ser wê kî beşdarî van nîqaşan û civîna ku li Ceneverê çêbibe bibin ne diyar e. Tenê hewldanên Nûnerê Neteweyên Yekbûpî De Mistura çêbûne. Di nava aliyan de diçe û tê, lê hîn tu encam bi dest nexistiye. 

Ji hêla xwe ve koalîsyona navneteweyî û Rûsya li hev kirine ku di navbera rejîma Sûriyeyê û oposîzyonê de hevdîtin çêbibin. Lê hîn jî diyar nebûye ka ev hevdîtin wê bi hebûna Beşar be yan na. 

Pêwîst e mirov bipirse gelo çima ewqas şerê li Sûriyeyê dirêj dibe? Guftugoyên derbarê Sûriyeyê û çareseriya wê de çima ewqas dirêj dibin? Çima alî li hev nakin? Dema mirov van pirsan dipirsê bêguman ji bo bersiva wan bide pêwîst e em binêrin li ser erdê û di hundirê Sûriyeyê çi dibe û kî hêz e? Hêzên ku niha di hundir de şer dikin, ew in ên ku qedera civîna Cenevrê diyar dikin. Ne ewê ku li derve kongreyan û civînan çêdikin. Ger hêzeke wan a li ser erdê şer dike tine be, ew nikarin der barê hêzên şer dikin de biryarê bigirin. Dema bigirin jî wê tu hêz wan cidî negire û biryarên wan pêk neynin. 

Hêzên niha li ser erdê şer dikin koalîsyon e, Rûs in, DAÎŞ e, hin grûbên girêdayî koalîsyonê ne û hêza QSD’ê ye. QSD jî bi koalîsyonê re di nava tifaqê de ye. Ji bo wê ji nîqaş û civînan bêtir, niha hêz ketine nava pêşbirka kî wê çiqas axa Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe, bi qasî ku tu erda Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe, ewqas mafê te yê axaftinê çêdibe. Heya hêzek ya din têk nebe, an jî lewaz neke wê ev civîn jî çênebe, çêbibe jî wê mîna civîna 1 û 2 vala derkeve. 

Mijara din jî ew e ku tu projeyên maqûl di destê yek hêzekê de nîne ji bo çareserkirina krîza li Sûriyeyê. Yekane hêza ku xwedî proje di hêla siyasî û leşkerî de Meclîsa Sûriya Demokratîk e. Ev meclîs bi projeya Sûriyeyê ya ne navendiya siyasî û pirengiya demokratîk dikare ji bo pêşeroja tevahî Sûriyeyê pêşengî bike. Ger hêzên din ên weke însiyatîfa ji Kongreya Riyadê derketî, bawer dikin ku wê bi hişmendiya Sunnî ya ku difikirê ew ê bibin desthilatdar û hemû hêzên din jî bawer dikin wê Sûriyeyê mîna berê bi awayekî navendî xwe bi rê ve bibe, ew xwe dixapînin. 

Ji vê kêliyê û pê ve Sûriyeyê bi awayekî navendî nema tê meşandin. Heya hemû hêz xwe di vê yekê de îkna nekin wê civîna Cenevrê jî pêk neyê, pêk bê jî wê encam jê dernekeve. Ji bo wê jî em dibêjin projeya alternetîf a MSD’ê ye û ew ê bi ser bikeve. Ger niha nepejirînin jî di pêşerojê de rastiya vê projeyê ew ê derkeve holê.