
Weşanên Lîsê ji kitêbxaneyên medreseyên Kurdî sê pirtûkên din li çapên bi latînî zêde kirin. Yek ji van Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî ye ku di rêûresma tesewifa Kurdî de ye û li ser rêya Neqşîbendî û şaxa Xalidiyê ye; herduyên mayî li ser rast û xweşxwendina Quranê ango ilmê Tecwîdê ne ku nivîskarên wan Mele Xelîlê Sêrtî û Seydayê Licêyê ji bo fiqehên medreseyên Kurdî nivîsandine. Ji bo çapa nû ya latînî ya hersê berheman jî dest û hizra Lîsê û xebatkarên wê xweş be.
Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî yek ji wan berhemên herî dewlemend û bi qîmet ên menzûm e. Nexasim ji ber ku ev dîwana tesewifê ye ku derûniya insanan dihelîne û dikewîne, hingê buhayê wê nayê pîvan. Ji işqa heqîqî û mecazî, cezba îlahî û fanî hetanî adabên nefsbiçûkatî û paqijkirina hundirê mirovan di vê kitêbê de derdikevin pêşberî çavên hişyar. Heger yek ji me bixwaze qesîdeyên evînî û işqî baş bişopîne, bila vê dîwanê di ber çavên xwe re derbas bike. Li dû rêçika Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî, tesewifa heqiqî ya rêbaza Neqşîbendîtiyê ji şaxa Xalîdiyeyê Şêxê Hezanî tesîreke xurt li ser xwendevanan dihêle. Ev helbestên tesewifê bi xurtiya gotinê û hizra li ser mirov, işq, talib û metlûb li maneyê û li heq digerin. Mirovên ku hez ji wêjeya dîwanê û tesewifê dikin, dikarin xwe berdin nava hevokên qesîdeyan, nava gotin û heceyên beytan da ku tamijkî bibin bi “işqa heqîqî”. Ha ji bo vê jî, Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî bi amadekariya Mela Birhanê Tarînîbi 128 rûpelan ji Weşanên Lîsê derçû.
Menzûmeya Tecwîdê ya Mela Xelîlê Sêrtî
Ji kûrahiya ilmên dînî û di warê tewcîdnasiyê de pirtûka yekem ku bi Kurdî hatiye nivîsîn Menzûmeya Tecwîdê ya Mela Xelîlê Sêrtî ye. Ev kitêb niha ji weşanên Lîs derket û beriya qederê dused û pêncî salî hatiye nivîsîn û heta niha jî veşartî mabû di nava gencîneya klasîkên Kurdî yên dînî de. Ji rêbazên xwendina Quranê bigire hetanî şiklê xetên Mishefan bi awayekî nezmî rêz kiriye. Seyda Mela Xelîlê Sêrtî bi vê menzûmeyê tecwîda Kurdî şîrîntir û şênbertir dike. Her wiha Seyda bi vê metnê girêdana ekola qariê mezin û Kurdê navdar Îbn-u Cizîrî jî dertîne holê ji bo ku xwendevan tehma Kurdewariyê hîn bibe. Êdî xwendevanên Quranê ji vir û pê de wê dengderketin û sifetên herfên Hecaê bi awayekî zelal binasin. Lewre divê medreseyên Kurdan xweş xwendina Quranê ji nû ve hel bikin û vegerin ser bingeha xwe ya esil ku bi salan e ev hîmê han ji nav me rabûye. Her wiha sekin û îşaretên ser ayetan jî bi awayekî ronî datîne ber sifreya me ji bo em nesîb û para xwe jê bigirin. Di dînnasiya Kurdî de cihekî cuda bi vê berhemê tê meydanê, ji bona xelekên klasîkî yê bêne şikandin û ji çar aliyan olnasiya Kurdî xurttir bibe.
Menzûmeya Tecwîdê ya Mela Xelîlê Sêrtî bi amadekariya Mela Birhanê Tarînî, weke 66 rûpel ji Weşanên Lîsê derçû.
Durên her biqîmet di Ilmê Tecwîdê De
“Ev nezm(i) tecwîdê me îmla kir ji bo etfalê pak Da ew bixwunin her zeman ezmanê wan carî bibî”
Di warê olnasiyê de, di beşê xweşxwendina Quranê de, cara yekem Seyda Mela Xelîlê Sêrtî nivîsandibû, zatê duyemîn rêwiyê vê rêyê, zanayê ilmê ku wacib e mirov hîn bike, Seyda Licêyî ye. Kitêba bi Kîtab-u D-dur-îl-e’la Fî Îlm-ît-tecwîd-î (Pirtûka durên her biqîmet di Ilmê tecwîdê de) rexneyên ku bi salan e dirêjî medreseyên Kurdan dihatin kirin, Seyda bi zimanekî fesîh û rewneq wan ji meydanê radike. Li ba rewşenbîrên Kurd her tim xwendevanên zarok li ber çavan bûne, jixwe ev berhem bi xwe jî ji bona gedeyan hatiye hûnandin û şirovekirin. Her çiqas Seyda bi zimanê zarokan jî telqîn kiribe, lê di eynî demê de hewcedariya hemû piçûk û mezinê Kurdan ên dîndar bi vê berhemê heye. Şagirdê nû dest bi xwendina Quranê dikin lazim e ku van meseleyên tecwîdê baş binasin. Lewre bi van mijaran Quran xweş û rindtir dibe. Hemû suxte û feqiyên nûhatî divê ji dêvla kitêbên Erebî û Tirkî bi vê kitêba şîrîn a Kurdî bixwînin û ji ber bikin. Kitêba durên her biqîmet di ilmê tecwîdê de ya Seyda Muhemmed Hadiyê Liceyî, bi amadekariya Mela Birhanê Tarînî bi 60 rûpelan ji Weşanên Lîsê derçû.