Li Tirkiyê li dijî dizî û gendeliya AKP´yîyan operasyon têne lidarxistin. Lê belê li Kurdistanê her tişt mîna xwe ye. Şebekeya ji 4 kesan pêk dihat û di sala 2007-2009'an de di nava gelê Wanê de wekî "Zincîra saadetê" dihat binavkirin bi sedan welatî xapandin. Piştî mexdûrekî vê şebeyekê derket û axivî; derket holê Şirketa Mega Holdings a Navenda wê Malezya ye bi riya înternetê îhale çêkirine û bi sedan welatî xapandine.
Namzetê AKP´ê fetwa da
Li ser înternetê saetên destan, xalîçeyên Îranê, zîv, gelek mucevherat, bi buhayê ku ji 200 dolarî dest pê dike û zêdetir dibe firotin. Şîrketa ku di nava gelê Wanê de wekî "Zincîra Saadetê de" dihat zanîn di nava wê de Namzetê AKP'ê yê Wanê Osman Nûrî Gulaçar jî heye. Wê demê ji bo vê şîrket û bazirganiyê Gulaçar jî tevlî vê ruşwet û bazirganiya "Zincîra Saadetê" bûye û fetvaya "helaliyê" ji vê îhaleyê re daye.
Hîseyên xeyalî çêkirin
Derket holê ku di nava şebekeyê de Namzetê AKP'ê yê Wanê Osman Nuri Gulaçar jî di navde ye û wê demê fetva helaliyê daye. Hat zanîn ku biraziyê Nûrî Gulaçar, Yunus Kuşan û kesên bi navê Hikmet Bayram, Necmettin Toprak ku navê Devrîm bikar dianî di nava vê şebekeyê de cih digirtin. Endamên Şirketê bi sedema"Şîrketê İflas kir" bi sedan welatî xapandin. Mexdûrê ku hat xapandin û navê xwe neda, diyar kir ku biraziyê Gulaçar û çend kesên din gelek kes kirin endamên sîteya înternetê û bi 2 hezar dolar hiseya mucevheratê welatî xapandine. Mexdûr, anî ziman ku dema pirsa pereyên ku radizandin hesapan dikirin, bersîva "Pereyê ku we salek berê razandiye dê duqat bibin mucevheratên wek dê li we vegerin" didan. Mexdûr, da zanîn ku piştî demek di ser re derbas bû, malpera ku bûn endamê wê kartên şopandina yên bi şîfre ji wan re şandin û bi wê şîfreyê pereyê ku hatibû razandin dihat dîtin, lê der barê hîsseya mucevheratên ku ferz dikirin kirîne tu agahî tune bû."
Îhaleya gendeliyê
Mexdûr, da zanîn ku namzetê AKP'ê yê Wanê Osman Nuri Gulaçar wê demê mele bû û bi fetvayê "Helaliyê" nêzî 100 kes kirin endamê malperê. Mexdûr, da zanîn ku bi riya fetvaya bi sedan kesan tevlî vê îhaleyê kir û her yek bi 200 dolarî û hîn jortir tevlî ihaleya mucevheratan kir. Mexdûr da zanîn ku Endamê Sazumankariya Komeleya Umut Işigi û biraziyê Gulaçar Yunus Kuşan, bi feraseta ´Li şûna kesên cuda sûdê bigirin bila alema misilman jê sûdê bigire´ tevgeriyane.
Şîrket çawa îflas kir?
Komeleya Gokkuşagi û û komeleya nêzî wê Umut Işigi wê demê niqaşa "Ev kara hela e, heram e" Bazirganî ye ango faîz e?" jî meşandin. Wê demê li hemberi vê niqaşê ev niqaş heta Molla Reşit Dundar jî birin. Yunus Kuşan û 4 kesên ku di vê şebekeyê de cih digirin çûn cem Molla Reşit Dundar û xwestin li wir jî fetvayê bigirin. Mexdûr da zanîn ku meleyê Mizgefta Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYÜ) ku niha Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Wanê ye Osman Nuri Gulaçar jî fetva da.
Hat zanîn ku wê demê şirket derbasî Kargeriya Aslanê bûn û di nava demekê de gelek navnîşan guhertin. Hat diyarkirin ku piştre gotin "Şîrketê Îflas kiriye û xwe ji nava kar xelas kirin. Molla Reşit Dundar jî anî ziman ku şîrketa ku 4 kes di nav debûn hatine cem wî û ev niqaş bi wîre meşandine. Dundar anî ziman ku li ser helaliya kar bi wî re niqaş meşandine û ji ber li ser malê xeyalî pazar hatiye kirin heram e.
DÎHA/WAN