Cîhana ku îro di destê serdestan de ye û wisa jî bi derfetên pircûre ve hatiye dagirkirin chavên xwe ji koç a dawî ya vî generalî re girtin. Di rastiyê de jiyana wî ne jiyaneke asayî û jirêzê bû, kesayetên bi vî rengî pir kêm in û mora xwe li beş eke dîoroka mirovahiyê dane. Li gel vê rastiyê jî xwediyên cîhana modern ç ima vî serleşkerî ji nedîtîve hatin? Pirsa ku ciyê daxê ye ev e, ji ber hindê emê kurteawirek bavêjine ser jiyana lehengê vietnamî û generalê gelê xwe, general Giap...


Zarokê serhildêr

Giap, 25'ê Tebaxê 1911'ê de li bakurê Vietnamê li gundê An Xa ya bi ser bajarê Quang Binhê ve hate dinê. Ev serdema dagirkeriya fransî ye, Vietnam du perç e ye û destên bêyom ên wek japon, ç în, fransiz û amerîkî jî rasterast an jî nerasterast di nav ç arenûsa gelê wî de ye. Malbata Giap jiyaneke asayî dijî, erdê wan ê ji wan zêde bi kirê didin cîranan û wisa jî di asteke ç ê de jiyana xwe berdewam dikin. Giap pir zû bi hestên serhildêr ve dikelije, di 14 saliya xwe de dibe endamê rêxistineke ciwanan a şoreşger; ev xebata wî ya bi ciwanan re du sal diajo. Di wê navberê de jî li lîseya fransî dixwîne. Ji ber sedemên ç alakî û xebatên siyasî ji dibistanê tê avêtin. Di sala 1930'ê de dikeve zindanê, cezayê du salan lê tê birîn, lê 13 meh şûnde tê berdan.
Salek şûnde tevli partiya komunist dibe, li hember dagirkeriya fransî di nav bêhejmar ç alakiyan de cih digire.
Giap ne tenê mirovekî aktîvîst û endamekî ç alak a partiyê ye. Herwisa jî li ser babetên wek felsefe, leş kerî û aborî jî diponije, lêdikole. Bi taybetî jî di warê zanyariya leşkerî de li ser ramanên Suntuzu û Napolyon hûr dibe, ev herdu takekesên leşkerî herî zêde bala wî dikişînin.
Di 22 saliya xwe de beşdarî li zanîngeha Hanoi dike, li wir dersa felsefe, aborî û dadê digire. Li dû zanîngehê jî heta salên 30'î mamostetî û rojnamegerî dike. Di kovarên cûr bi cûr de dinivîsîne.
Giap di sala 1939'ê de bi Nguyen Thi Quang ku ew jî wek wî komunist e re dizewice, lê ev zewac jî ne zewaceke ji rêzê ye, piştî salekê hikûmeta fransiz xebatên komunîstî qedexexe dike û ew jî direve diçe ç înê. Giap li wir beşdarî nav refên serxwebûnxwazên vietnamî ku di bin serokatiya Ho Chi Minh de ne, dibe.

Komkujiya malbatê

Di dema sirgûniya wî de jin, bav, bira û jinxweya wî ji aliyê fransizan ve tên girtin, di êşkenceyên dijwar re tên derbaskirin û wisa jî tên kuştin.
Di sala 1944'an de vedigere Vietnamê, vê car enî li hember japonan e; salên dirêj li dijî japonan eniya liberxwedanê birêxistin dike. Di dawiya sala 1944 an de japon radestî hêzên hevpeyman dibin, qadên ji japonan vala bûne, demildest ji aliyê hêzên şoreşger ên vietnamî ve têne dagirtin, dest datînin ser dezgehên dewletî û Apê Ho jî komara sosyalîst a Vietnamê ragihîne.
Li aliyê din, di hevdîtinên tarî û aşkere de çarenûsa Vietnamê tête diyarkirin; li Potsdama Almanyayê Stalîn, Chûrchîl û Truman qedera vietnamiyan xêz dikin. Di peymana navbera wan de birayara Vietnamê wiha ye; japon ji wir derdikevin, bakurê Vietnamê ji çînê re ye, bashûr ji îngilîstanê re hiştin. Îngilîstan salek piştre ragihand ku hêzên xwe ji Vietnamê vedikişîne û mafên xwe yên heyî ji Fransa re diêhêle. Vietnamiyên ku piştî japonan şahiya serxwebûnê dikirin, ji nû ve bi dagiriya Fransa re rû bi rû dimînin.

Giap di şerê Hîndîçînî de

Vietnam di dîrokê de serdemên dirêj di bin destê çînê de mabû, vê car li aliyekî çîn û li aliyê din jî Fransa bû. Vietnamiyan bi tektîkên hostayî di navbera herdu hêzan de karên xwe birêvebirin, di encamê de derket holê ku Fransa nêzîkê naskirina serxwebûna Vietnamê nabe, dîsa şer rûda.
Artêşa Fransa bi çekên xurt û modern bû, vietnamiyan gelek wendayî didan, lê rewşa gelhe û hejmara zêde ya leşkerên vietnamî riya serkeftinê nedida Fransayê, demek dirêj rewşeke wekhev hate himatê.
Li vir mêjiyê leşkerî yê Giap derket qada dîrokê; li chînê jî Mao Zedung bi ser ket, gava artêşa Mao hate sinorê Vietnamê artêşa Vietnamê jî bibû xwediyê hevrê û gelek çekên nûjen, wisa jî gelek pisporên çînî jî derbasî aliyê hevrêyên xwe bibûn û ew perwerde dikirin. Fransa li dijî şerê gerîla ya demdirêj tevgav bû, wisa jî serî li riyên hevdîtinê da. Soza vegerandina serxwebûna Vietnamê da, lê Apê Ho û rêveberên vietnamî bawerî bi wan neanîn.
Raya giştî ya Fransa jî li dijî şer xuya dikir. Di wan salên dirêj de gelek leşkerên fransî li deverên dûr jiyanên xwe ji dest dabûn, di şerê duyem ê cîhanê de gelek xesarên Fransa hebû. Alîkariya plana Marshal û ev wendahiyên berdewam di şerê Vietnamê de lihevnedikirin. şer bibû heft salî, lê serkeftin ji dûr ve jî be xuya nedikir. Raya giştî ya Fransa ji aliyê etîk ve jî vî şerî rast nedidît ango mercên neçê dikir ku ev raman xurtir bibe. Li Fransa kevneşopiyeke bihêz a komunist hebû û ev jî mafê dewleta serbixwe ya vietnamiyan nasdikir.

Straneke azadiyê: Dien Bien Fu

Gerîlayên vietnamî êdî bibûn pisporên şerê bêpergal, genaralê fransiz Henrî Navarre û Giap li hemberên hev bûn. Dîroka dinê wê li gel şerê Vietnamê, behsa şerê herdu generalan jî bikira, ev navê ku heta wê demê ji aliyê gelek vietnamiyan ve jî nedihate zanîn wê bibûya stranên liberxwedanê û biketa devên şoreşhezên cîhanê; wek hozanê kurd Cegerxwîn ji Kurdistanê qîr dikir û digot:"Dien Bien Fu...Dien Bien Fu...li koledaran te barand tifû!.."
General Navarre Dien Bien Fu wek kemîn ji Giap re amade kir, Giap jî mîna ku ketibe kemînê tevgeriya. Dora fransiyan hat dorpêçkirin. Salnameyan mêjûya berfenbar 1953 ê dida nîşan. Hejmara hêzên vietnamî li dor 70 hezarî bû, ango herî kêm 5 qat zêdetirê fransiyan bûn, çeper vedan û di bin re jî tunelên ku wê cara yekem bihatina vedîtin, hatin kolandinê, tunel heta nav baregaha fransiyan jî dirêj dibûn. General hay ji van nebû, topên obûs ên 105 û balafirşikên jî li ser kar bûn, qada hewayî ji fransa re hatibû qedexekirin, desteka lojîstîk jî negihişt, balafirên Fransa alavin ji bilindahiyan ve berdidan, lê ew jî diketin destên vietnamiyan. Giap dest bi êrîşê kir, di maweya 56 rojan de hêzên Fransa li Dien Bien Fu di qadeke biçûk de asê man, serleşker Pîrot ê xwe ji têkçûnê berpirsyar didît, întîhar kir, General ji DYA alîkarî xwest, lê ew jî nehat. Yekîneyên fransî di 7'ê gulana 1954'ê de radest bûn, encam; wendahiyên fransa 2000 mirî, 5600 birîndar, 6500 dîl, rojtira din rêveberiya Fransa daxuyaniya vekişîna ji Vietnamê ragihand.

Dora DYA ye

Giap di şerê li dijî dewletên yekbûyî de jî heta dawiyê li ser karê xwe ma. Artêşa Vietnamê gihand asta artêşên bipergal. çekên giran û nûjen wergirtin, dewletên komunist ên cîran û hêzên pêşverû yên navneteweyî jî alîkariyeke girîng didan. Amerîka bi hemû hêza xwe ve ket nav şer lê di maweya şerê deh salan de tevahiya rêbaz û hilkeftên wê bêencam ma, li dor 60 hezar leşker wenda kir, navê Vietnamê ji bo wan bû xewnereşk û nexweşiyên derûnî ku hê jî nikarin jê re dermanan peyda bikin. Di mêjûya 27'ê berfanbara 1973'ê de dema li Parîsê hevdîtinên aştiyê di navbera herdu aliyan de li dar bû, di heman roj û şevan de jî balafirên DYA yê li esmanê Vietnamê bombe dibarandin.

Piştî dagirkeran

Dagirker hatibûn vederkirin lê pirsgirêk neqediyabû. Başûrê Vietnamê êrîşa li ser bakur didomand. Tirsa vietkongan (gerîlayên komunîst) ji êrîşên hewayî nemabû. Kongreya DYA yê jî daxwaza alîkariyê ya başûrê Vietnamê red kiribû. Başûr ket nav qeyraneke aborî, leşkeran nema karîn mûçeyên xwe bigirin, reva ji artêşê gihişt asteke bilind. Di vê rewşê de vietkongan nemaze alîkariyek mezin ji Sovyetê digirtin, ekîpman û çek dihatin. Di encamê de tevgera bi navê Ho Chi Minh hate despêkirin. Saygon di mêjûya 30 avrêl 1975'an de ket. Êdî dema damezrandina Vietnama yekgirtî û sosoyalîst hatibû.

Komara sosyalîst a Vietnamê

General Giap di hikûmeta nû de jî li karê xwe yê wezareta parastinê berdewam kir. Di hezîrana 1976'ê de bû cîgirê serokwezîr heta 1982 an di karê birêveberiya welêt de ma. Sala 1982'ê ji wezaretê û ji politburoyê veqetiya. Teqawid bû.
Giap di warê teorî û karwaniya leşkerî de gelek pirtûk nivîsine.
Hin berhemên wî yên naskirî ev in: Dien Bien Fu, şerê gel, Emê serkevin...
Li gel tevahiya van serkeftinan jî rexneya ku bi tektîkên xwe ve bûye sedemê wendabûna gelek leş keran jî li Giap hatiye kirin, lê dîsa jî di dîroka leşkerî ya cîhanê de navekî girîng ê Gîap heye.
Di sala 1995'ê de herdu dijminên kevin Giap û wezîrê parastinê yê DYA yê Robert McNamarra tên cem hev. Namarra ji Giap pirsa ku "gelo li Kendava Tonklînê de çi qewimî?" dike. DYA yê angaşt kiribû ku keştiya wê rastî êrîşeke çekdarî hatiye û ev bûyer wek sedema destwerdana Vietnamê hatibû nîşandayîn. Bersiva Giap pir kin e:"Tu tishtek!"
Dibêtiye ku ev bûyer yek ji bûyerên "xeyalî" yên DYA yê be...
Di encama liberxwedanê de 1 milyon û nîv Vietnamî mirin, erd û axa wan hate jehrkirin, bi sedhezaran astengdar û birîndar li dû şerê qirêj ma.
Rûmeta Giap, Ho Chi Minh û gelê wî bilind bû, welatê wan azad bû, di ferhenga azadiya mirovahiyê de navekî din ê liberxwedanê jî bû Vietnam...
Keseyatiyên wekî Giap, Che û Gandî jiyana ji rêzê nejiyane, li hember zordestan destê xwe venekirine.
Di destê wan de çekên sivik û besît lê bi baweriya azadiyê ve bi ser ketine...
Ev sedem e ku "cîhana serdest" a îroyîn li şûna ku silavan li wan bike, jiyan û mirina wan jinedîve tê. Lê risteyên hozanên wek Cegerxwînê kurd û gelê bindest jî bejna xwe li ber bîreweriya wî ditewinîn...

Dien Bien Fu...Dien Bien Fu...
Lingê koledar ji ser te rabû,
Kurên te gernas xwe dane kuştin,
Navek pir bilind ji bo te hiştin

Dema ku serê koledar dişkî
Nizanim çima Dallas dipişkî...


YEKO ARDIL