Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Kobanê got,
ger dewleta Tirk êrîşî wan bike wê hêzên wan bersiva dewleta Tirk bidin. Her wiha Mezlûm Kobanê da zanîn ku ji bo êrîş çênebin, hewldanên wan ên dîplomasiyê dewam dikin.
Ajansa Reutersê bi fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Kobanê re li ser êrîşa muhtemel a dewleta Tirk ku Tayîp Erdogan digot, ew ê çend rojên din êrîşî rojhilatê Firatê bikin, hevpeyvîn çêkir.
Mezlûm Kobanê di hevpeyvîna xwe de got: “Dê hêzên QSD`ê yên li rojhilatê Sûriyê ku şerê DAIŞ`ê dikin bisekinin, ev yek jî dê bihêle ku careke din çete belav bibin.”
Em ji her êrîşê re amade ne
Li ser gefên Tirkiyeyê ku dê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, Mezlûm Kobanê wiha peyivî: “Em ji her êrîşê re amade ne û em ê bersiveke xurt bidin. Heta vê kêliyê hewldanên me yên dîplomasiyê berdewam dikin da ku tu êrîş li ser herêmên me pêk neyên.”
Li ser şerê li dijî terorê, Mezlûm Kobanê diyar kir ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Hecîn û derdorê wê hene, di nava wan de bi hezaran çeteyên biyanî hene û zêdetirî wan Ereb û Ewrûpayî tevî malbatên xwe ne.
QAMIŞLO