Endamê Nifşê Nû Hewreman Secadî îşaret bi daxuyaniya KCK’ê kir ku digot  ‘guman heye PDK’ê di êrîşa ser Şengalê de alikarî dabe Tirkiyê’ û li beramberî vê bêdengiya PDK’ê rexne kir û got:”Ger wisa nîne bila PDK bersivê bide.”

Ti helwestek nîşan nedan

Dewleta Tirk 15’ê Tebaxê êrîşa hewayî dijî Şengalê pêk anî. Di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî şehîd bû. Heya niha ne hizib û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê êrîşê ti helwestek nîşan nedaye. Iraqê jî bi daxuyaniyekê got “Di navbera me û Tirkiyê de li ser êrîşê ti lihevkirinek nîne.”

Bi tenê şermezarkirinê nabe

Li ser daxuyaniya hikûmeta Iraqê û bêdengiya PDK’ê endamê Tevgera Nifşê Nû Hewraman Secadî axivî. Secadî diyar kir ku divê Iraqê helwestek pratîkî nîşan bide û tenê bi şermezarkirinê nemine. Li ser helwesta aliyên Başûrê Kurdistanê ku ji derveyî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ti aliyek din helwest nîşan neda, Secadî got ku cihê xemgîniyê ye ku alî li hemberî sûcek wiha bêdeng in.

Secadî îşaret bi bêdengiya PDK’ê ya li hemberî êrîşê kir û got; “Li herêmê PDK xwedî desthilat e. Dikare ji bo Tirkiyê hêsankarî bike. Bêdengî cihê gumanê ye. Ger wisa nîne dikare êrîşê şermezar bike û bêje wisa nîne.”

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS