HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 5’ê Mijdarê yên li Colemêrgê agahî dan û diyar kir ku herî kêm 2 eskerên Tirk hatine kuştin. Li herêma Zapê jî droneyek hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,  “Hêzên me yên YJA Starê heman rojê saet 15’an li dijî eskerên dagirker ên li ser Girê Elîşêr ê navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyên sekvaniyê kirin. Di çalakiyan de 2 eskerên dijmin hatin kuştin. Roja 5’ê Mijdarê saet 13:30’î hêzên me li herêma Zapê li dronekê xistin û drone anîn xwarê.”

   

ANF / BEHDÎNAN