Li Çewlîgê li dijî ‘yekîneya veşartî’ ya artêşa Tirk çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de 5 esker hatin kuştin. 2 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên rojên dawî yên gerîla, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan:

“Hêzên me roja 26’ê Tebaxê saet 12’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku li cihekî navbera Girê Şundirê û Geliyê Deştanê bi cih bûbû, çalakiyek pêk anî. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin eskerek hat kuştin.

25’ê Tebaxê saet 23:30’î li nêzî gundê Saxnê yê navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, hêzên me yekîneyeke veşartî ya dijmin şopand û çalakiyek pêk anî. Ji cihekî nêz ve derbên xurt li yekîneya dijmin hate xistin û 5 esker hatin kuştin, 3 esker jî birîndar bûn. Eskerên dijmin piştî çalakiyê ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê û di navbera wan û hêzên me de şerekî giran qewimî. Di şer de 2 hevalên me yên bi lehengî şer kirî, şehîd bûn. Agahiyên li ser vî şerî her ku bi dest ketin wê bi raya giştî re werin parvekirin.”

 

ANF / BEHDÎNAN