Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê der barê çalakiya gerîlayan a li Heftenînê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
“Eskerên Artêşa Tirk a dagirker 23´ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada Heftenînê tevgereke dagirkeriyê da destpêkirin. Li dijî vê tevgera dagirkeriyê, gerîla berxwedaneke mezin a dîrokî nîşan da.
Artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya dagirkeriya xwe de esker danîn serê Girê Partîzan û hewl da li wir bi cih bibe. Hêzên gerîla 25´ê Tebaxê saet li 11´an eskerên artêşa Tirk a dagirker bi temamî xistin kontrolê. Paşê hêzên gerîla ji sê aliyan ve derb li eskerên dagirkeran dan. Çalakiya hêzên gerîla bi qasî saetekê dewam kir. Di çalakiyê de bi kêmanî 20 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin û bi dehan esker jî birîndar bûn. Li hinek deverên din jî gerîlayan çalakî pêk anîn, lê wê paşê der barê van çalakiyan de agahî bê dayîn.
Girê Partîzan ê partîzanan e
Artêşa Tirk a dagirker heta bibe şev bi helîkopter û balafiran Girê Partîzan bi navber bombarduman kir. Eskerên dagirker bi sedema derbên xwarî, nekarîn bi pêş ve biçin û tevgera xwe rawestandin. Herçiqasî artêşa Tirk a dagirker bi teknolojiya pêşketî ketibe nava tevgera dagirkeriyê jî hêzên gerîla bi taktîkên afirîner û performanseke serketî, artêşa Tirk ji hev belawela kiriye.”
Di heman daxuyaniyê de tê ragihandin ku di bombardumana 24´ê Tebaxê ya li Bektoryayê de gerîlayekî HPGê şehîd bûye. Nasnameya wî paşê ji raya giştî re were eşkerekirin.
ANF / BEHDİNAN