Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li gelek herêmên Kurdistanê, di çalakiyên gerîla de herî kêm 11 eskerên dagirker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku gerîlayên YJA Starê 3’ê Hezîranê li mintiqeya Tepê Xwedê ya herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, bi çalakiyeke sûîqestê eskerek kuştin. Heman rojê gerîlayên YJA Starê saet 19:30’î li Tepê Xwedê careke din li dagirkeran xist eskerekî wan ê din jî kuşt. HPG´ê ji bo çalakiya 4’ê Hezîranê li navçeya Colemêrgê Geverê jî got, di çalakiyê de gelek esker hatine kuştin lê hejmar zelal nebûye. Di çalakiya li girê Şehîd Gafûr de derb li çeperên dagirkeran hatin xistin. HPG’ê wekî din da zanîn ku heman rojê saet 9’an gerîlayên YJA Starê li hêzên dagirker ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê xistine û di vê çalakiyê de di encama derbên giran de çepereke çeka giran a A4 hate rûxandin û 2 esker jî hatin kuştin. Skorskyê derbeke xweş xwar Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên li Wanê û Bestayê de HPG´ê got, “1’ê Hezîranê helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa TC a dagirker, dema ji qereqola Tingê ya li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya ser bi Wanê, bû hedefa hêzên me. Derbên giran li helîkoptera Skorsky hatin xistin û neçar ma ji herêmê biçe.” Geliyê Şaxê bû mezelê dagirkeran HPG´ê da xuyakirin ku 2’ê Hezîranê saet 15’an, li mintiqeya Geliyê Şaxê gerîlayan bi çalakiyeke li dijî yekîneyeke eskerî, bi derbên ji nêz ve 4 esker kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî termên eskeran û birîndarên xwe ji herêmê rakirin. HPG’ê wekî din derbarê çalakiyeke li Tetwanê de ev agahî dan: “4’ê Hezîranê hêzên me li Zozanên Hopê yê navçeya Tetwanê ya ser bi Bedlîsê, yekîneyeke artêşa TC a dagirker şopand. Piştî demekê, heman rojê saet 13’an li dijî yekîneya dijmin çalakiya sabotajê kir. Di vê çalakiyê de 3 eskerên dijmin hatin kuştin.” ANF/BEHDÎNAN