HPG’ê, gerîla Bêkes ê li Mexmûrê di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “2’ê Sibatê saet çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser kampa penaberan a Rustem Cûdî ya Mexmûrê. Hêzên me ku bi êrişa 2 çeteyên DAÎŞ‘ê hesiyan, li çeteyan dan û êriş şikandin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yekîneyên me dor li çeteyan ên li şikeftekê bûn pêçan. Di navbera yekîneyên me û çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 2 çeteyên DAÎŞ‘ê hatin kuştin. Hevrêyê me Bêkes Ûrmiye yê ku li dijî çeteyan bi lehengî şer kir şehîd bû. Ehmed Mûradpûr bi nasnav Bêkes Ûrmiye sala 1997an li  bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bi çanda kurdî mezin bibû. Di ciwaniya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir û di sala 2018’an de di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de tevlî nava refên PKK’ê bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve jiyana xwe diyarî azadiya gelê xwe û Rêber Apo kir. Di nava jiyanê de bi kedkarî û fedakariya xwe li pêş bû. Hevrê Bêkes li her qadê bi berpirsyariyeke mezin xebitî, bi bîr û baweriya ku bibe fedayiyê gelê xwe û gelê xwe biparêze bi rengê herî baş mîsyona xwe ya pêşengiyê pêk anî.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Bêkes ê şehîd bû bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê di siberojên azad de di nava têkoşîna xwe de xwedî li armancên şehîdên xwe derkevin.”

 

ANF/BEHDÎNAN