Di çarçoveya ‘pêngavên şoreşgerî’ yên gerîlayên HPG’ê de li Agirî, Colemêrg û Îdirê çalakî hatin lidarxistin. HPG´ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku herî kêm 26 eskerên Tirk hatine kuştin, çar çeperên eskerî û panzerek jî hatine rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîlayên HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, gerîlayan 21´ê Tebaxê hin çalakî li dar xistine û agahiyên berfireh dan.

Gerîlayan li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, danê sibehî bi çalakiyeke ji du baskan ve li çeper û stargehên dijmin xist, stargehek û çeperekî dijmin rûxand. Di vê çalakiyê de gerîlayan 7 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştin.

Gerîlayan heman rojê êvarê li heman herêmê bi çalakiyeke li dijî artêşa Tirk a li ser girê Elîşêr jî 2 eskerên din kuştin.

Li Çarçela 7 esker hatin kuştin

HPG´ê ji bo çalakiya li Çarçela jî got, “Saet 16:30’an hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li ser girê Meclîsê yê li herêma Çarçelayê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek kir. Di çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 çeperên dijmin hatin rûxandin. 7 eskerên dijmin di çalakiyê de hatin kuştin. Hêzên dagirker termên eskerên xwe û yên birîndar piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakirin.”

Îdir felakete li ser serê dagirkeran

HPG´ê got, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê de gerîlayan 21’ê Tebaxê berê sibehê li panzereke eskerî xist li derdora bajarokê Dilucu yê Îdirê; di çalakiyê de wesaît bi temamî şewitî û 5 eskerên tê de hatin kuştin.

HPG´ê ji bo çalakiyeke li Agiriyê jî ev agahî dan: “Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 10:30’î li dijî eskerên li ser girê li ber qereqola Gurbûlakê ya navçeya Bazîd a ser bi Agiriyê çalakiyek kir. Ji sê baskan ve derbên giran li eskerên dijmin ên li ser gir hatin xistin û 5 esker hatin kuştin, 3 esker jî birîndar bûn.”

HPG´ê wekî din da zanîn ku li devera Pîro a herêma bestayê 20´ê tebaxê 2 gerîla şehîdbûne. HPG´ê da zanîn ku şehadeta herdu gerîlayan ji ber bombebarana hewayî bûye û ew ê di rojên pêş de nasnameya tam a herdu gerîlayan eşkere bike.

 

ANF/BEHDÎNAN

 
 

Çawişekî pispor hat kuştin

 

Li navçeya Şebinkarahisar a Gîresûnê, eskerê çawîşê pispor ku ji serê xwe birîndar bûbû, li nexweşxaneyê mir. Daxuyaniyê ne zelal, ên di açapemeniya Tirk de digotin di encama êrişekê de ev esker birîndar bûye.

Li navçeya Şebinkarahisar a Gîresûnê, eskerê Çawişê Pispor ê 24 salî Ufuk Kaşikçi ku 100 metre nêzî mala xwe ji serê xwe bi çekê birîndar bûbû, rakirin nexweşxaneyê. Nay zanîn ka di encama êrişekê de ev esker birîndar bûye, yan wî bi xwe, xwe kuştiye. Kaşikli ku bi giranî birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gîresûnê. Kaşikçi li nexweşxaneyê mir. n GÎRESÛN