HPG’ê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê li Girê Lêlikanê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker 9’ê Cotmehê du çalakî kirine.
HPG’ê diyar kir ku çalakiya pêşî berê sibehê û çalakiya duyan jî berêvarî hatiye kirin û hate gotin, ‘’derbên serketî li kozik û stargehên dijmin hatin xistin’’.
Derbarê çalakiyê bi berfirehî wiha hate gotin:
“Hêzên me yên YJA STAR’ê 9’ê Cotmehê saet 08.30’an li Başûrê Kurdistanê, li Girê Lêlikanê yê li Sidekanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kir. Di vê çalakiyê de derbên serketî li wesayitên dijmin ên li ser gir hatin xistin, di encama çalakiyê de ji eskerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûn, zela nebû.
Heman rojê saet 17.00’an hêzên me careke din dagirkerên li ser Girê Lêlikanê kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de derbên serketî li kozik û stargehên dijmin hatin xistin, di encama çalakiyê de ji eskerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûn, zelal nebû.”
ANF/BEHDÎNAN