Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, ku li Qilabanê gerîlayan derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa Tirk xistiye.
Li gorî daxuyaniya HPG´ê li du herêman çalakî hatin lidarxistin; yek ji wan li navçeya Geverê ya Colemêrgê, ya din jî li navçeya Qilabanê ya Şirnexê. Li Geverê li girekî ku esker li ser bûn, çalakî hate kirin û di encamê de konteynireke ku esker tê de bûn, hate teqandin. Li Qilabanê jî derb li helîkopterekê hate xistin.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 12’ê Tebaxê saet 7’an li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li ser girê Sîser ê li herêma Çarçelayê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de konteynira ku eskerên dijmin hat rûxandin. Hejmara eskerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 11’ê Tebaxê saet 06:30’î li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî helîkoptereke Skorsky a artêşa TC a dagirker çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de derb li helîkoptera ku li ser qada Çemê Xeçkê digeriya, hate xistin û helîkopter neçar ma ji herêmê biçe.”
ANF/BEHDÎNAN