Gerîla derba xweş lêda û wêne weşandin: De îcar veşêre
Gerîlayên Kurdistanê pêr li Başûr û bakurê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di dîmenên çalakiya li Girê Lêlikan de gerîla peyama, em bi dagirkeran dikarin û de îcar kuşûtiyên xwe veşêre didin dewleta Tirk.
Gerîlayên HPG´ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Gerîlayan dîmenên çalakiya li Girê Lêlikan jî weşand û diwan de eşkere xuya dibe ku eskerên Tirk derbên giran dixwin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên gerîlayan yên li Girê Lêlikan ê Başûrê Kurdistanê, Çelê û navçeya Şemzînan a Colemêrgê eşkere kir.
HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî dan;
“Roja 22’ê Cotmehê hêzên me li nêzî Girê Lêlikan ê Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker kir hedef. Gerîlayan ji nêz ve li yekîneya dijmin xist, ketin çeperên dijmin û çûn ser gelek cenazeyên leşkeran. Di çalakiyê de serpelek jî di nav de bi giştî 8 leşker hatin kuştin û çekek a BKC, çekek a MPT-76, dedektora mayînan, dûrbîneke termal û dûrbîneke şevê desteser kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.”
Di dîmenên HPG´ê weşandî de xuya dike ku dewleta Tirk çiqasî hewl bide jî wê nikaribe lawaziya xwe ya beramberî gerîla veşêre.
Dronek hat xistin
HPG´ê li ser çalakiya li dijî Girê Koordîneyê jî got, “Heman rojê (22´yê Cotmehê) Gerîlayan li dijî leşkerên li Girê Şehîd Bager ê nêzî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 jî hatin birîndar kirin. Li aliyê din balafira keşfê ya drone ya ku li derdora gir difiriya jî ji aliyê hêzên me ve hate xistin. Piştî vê çalakiyê li heman herêmê Hêzên me li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke sabotajê jî li dar xist. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zanîn.”
HPG´ê wekî din da zanîn ku gerîlayan 21’ê Cotmehê li Girê Şikêr yê ser bi Qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bi çalakiyeke li dijî leşkerên li eraziyê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker kuştiye.
ANF/BEHDÎNAN