Li bajarên Elmanyayê Bielefeld, Celle, Oyten (nêzî Bremenê) û li paytexta Katalanyayê Barcelonayê, bi rasthatina 15´ê Tebaxê di serî de Mam Zekî, Atakan Mahîr, Delal Amed, Ronî Munzur û Diyar Xerîb, şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.
Li bajarê Elmanyayê Celleyê di vê çarçoveyê de Kurdistaniyan Mam Zekî, Atakan Mahîr, Diyar Xerîb û yên bi wan re şehîd bûn, bi bîr anîn. Li Mala Êzîdîyan a li Celle, bi sedan Kurdistanî amade bûn.
Li ser navê komîteya amadekar, Şêx Huseyin got, “Pêngava 15´ê Tebaxê ya bi Mahsum Korkmaz destpêkirî, em anîn heta roja îro. Wan bi şehîdkirina wî, Mam Zekî Şengalî ji Ezîdxanê qut kir. Tawisî Melek dibêje, kî xirabiyê bike di navbera min û wî de 77 hezar dîwar hene. Heta ku li Rojava şervanên me, li Kurdistanê gerîlayên me hebin, dijmin wê bi me nikaribe.” Wî cejna vejînê jî pîroz kir û qewl gotin.
Piştre kurê Mam Zekî, Edip Özden û keçapa Diyar Xerib, Kurdistanê jî her yekî ji wan ji haziran re peyivî.
Em ê Kurdistana Azad ava bikin
Kurdistanê got, “Ez di şexsê rêber Apo de 15´ê tebaxê li malbatên şehîdan hemûyan pîroz dikim. Bila xiyanet zanibe, têkoşîna gelê min wê bi dawî nebe. Em ê ti tişta Helmet (Diyar Xerîb) ji bîr nekin. Em soza Helmet û şehîdên Kurdistanê hemûyan, bi avakirina Kurdistana Azad bi cih bînin.” Kurê Mam Zekî, Edip Özden jî got, “Malbata mezin a Mam Zekî ev tevger e. Ez jî li ser navê malbata wî ya piçûk bixêrhatina we dikim. Em malbata Mam Zekî ne, lê kî şehîd ketibe, em malbata wê û wî ne jî.” Li ser navê KCDK’E´yê jî Yuksel Koç got, “15´ê Tebaxê roja vejînê ye û di şexsê Egîd de li çar parçeyên Kurdistanê ev vejîn diqewime.
Rehberiya Şehîdan
Li navçeya Oyten a nêzîkî bajarê Elmanyayê Bremenê, çalakiya bibîranîna şehîdên Tebaxê hat lidarxistin. Ev çalakî jî yek ji çalakiyên ji bo cejna vejînê bû. Meclîsa Jinên Êzîdî Zeyneb çalakiya bibîranînê li dar xist. Çalakiyê bi rêzgirtina ji bo Mam Zekî Şengali, Diyar Xerîb û şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Meclîsa Malbatên şehîdan, Meclîsa Gel a Bremenê, nûnerên Mizgefta Seîdê Kurdî ya Bremenê, rêveberiya FED MED´ê, nûnerên Yek Mal û PYD´ê û xelkê deverê beşdarî çalakiyê bûn.
Li ser navê saziyan hat gotin, ew ê tola şehîdan bi bêhtir têkoşînê û pêkanîna Kurdistana Azad pêk bînin.
Li ser navê malbatên şehîdan jî hat gotin, em ê xwedî li ilm, rehberiya şehîdan derkevin, yekîtiya neteweyî bi ser bixin.
Malbata Mam Zekî ya mezin PKK bû
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Bielefeldê jî bibîranînek organîze kir. Di bibîranînê de biraziyê Mam Zekî Şengalî Hesen Ozden, xanga wî Dayika Perîşan jî amade bûn. Nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, Dergeha Elewiyan, Konkurdê, Meclîsa Jinên Êzîdî û yên gelê Asûrî-Suryanî jî beşdarî bibîranînê bûn.
Hevserokê NCDK a Bielefeldê Naif Alkiş bixêrhatina beşdaran kir û got, “Du maneyên 15´ê tebaxê ji bo me hene; Yek jê cejna vejînê ye û ya din jî şehadeta Mam Zekî ye. Em ê xewna Mam Zekî yanî yekîtiya xwe bi ser bixin.” Piştre sînevîzyoneke li ser jiyana Mam Zekî hat nîşandan. Biraziyê Mam Zekî jî ji mêvanan re peyivî û got, “Mam Zekî berê xwe da malbata xwe ya mezin PKK´ê. Wî digot, pêdiviya miletê min bi min heye. Gelekî dilsozê Kurdistanê bû. Gava çû çiyayên azad, got, xewnên min bi cih tên. Em jî weke malbata wî ya piçûk soz didin ku em ê dilsozê têkoşîna wî bin.”
Seroka Meclîsa Jinên Êzîdî ya Elmanyayê, Nûrê Alkiş jî got, “Mam Zekî ne tenê ji bo civaka Êzîdî lê ji bo tevahiya Kurdan têdikoşiya.”
Di bibîranînê de timî sloganên “şehîd namirin” hatin gotin.
Li Barcelonayê şehîd hatin bibîranîn
Platforma Azadî ya Katalonyayê, şehîdên 15’ê Tebaxê bi bîr anîn. Bi vê armancê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Diyar Xerîb, Sara Dorşîn, Atakan Mahîr û Zekî Şengalî hatin bibîranîn. Qisekeran bal kişand ser jiyan, têkoşîn û taybetmendiyên her çar şehîdan. Di civînê de her wiha pirtûk û belavokên der barê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de hatin belavkirin. Li ser rewşa niha ya Mexmûrê û Rojava jî şirove kirin û hate diyarkirin ku di çarçoveya pêngava ‘RiseUp4Rojava’ de çalakiyan pêk bînin.