Di salvegera Komkujiya Helebceyê de li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de bi sedan gerîla amade bûn.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros di axaftina xwe ya li vir de, hemû hêzên di Komkujiya Helebceyê de cih girtine şermezar kir û di kesayetiya şehîdên Komkujiya Helebceyê de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn.

Zaxo Zagros got, "Di ser Komkujiya Helebceyê re 27 sal derbas bûn. Lê belê mîna ku doh qewimiye, li pêşiya me radiweste. Ev komkujî di dil û mejiyê gelê Kurd de weke birîneke xwîn jê tê, hîna teze ye." Zagros got, ev komkujiya li Helebceyê rû da weke rûreşiyê di dîroka mirovahiyê de cih girt û weha peyivî, "Gelê Kurd ev hovîtî û komkujiya li derveyî mirovahiyê ti carî ji bîr nekir û wê ji bîr neke.  Em, jibîrkirina vê komkujî û hovîtiyê weke xiyanetê dibînin."


'Kurd ji qirkirinê rizgar nebûne'

Zagros anî ziman ku zîhniyetê neteweperest, mezhebîperest û zayendîperest, di serî de gelê Kurd, komkujî aniye serê hemû gelan û got, "Di sedsala 20'an de hêzên desthilatdar, mêhtinger û kapîtalîst, ji bo berjewendiyên xwe biparêzin tifaqên qirêj kirin û komkujiyên bi vî rengî pêk anîn. Ev mejiyê qetlîamker îro di bin sîwana DAIŞ'ê de ji aliyê rejîmên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê ve tê meşandin. Li Kurdistanê gelê Kurd ji qirkirinên siyasî, çandî û fîzîkî hîna rizgar nebûye."


Yekîtî pêwîst e

Zaxo Zagros da xuyakirin, ku weke tevgera PKK'ê ji bo Helebce, Şengal û Roboskiyên nû rû nedin, daxwaz û armanca wan a bingehîn avakirina yekîtiya Kurdan e û got, "Hewldanên parçekirina tevgera siyasî ya Kurd, hewldanên ji bo ji nû ve rûdana van komkujiyan e. Eger gelê Kurd di nava yekîtiyeke rêxistinbûyî de bûya, xwedî hêzeke parastina cewherî ya hevpar bûya, Komkujiya Şengalê rû nedida û wê ji Komkujiya Helebceyê dersên mezin bihata derxistin."

Zaxo Zagros diyar kir ku ji bo ev komkujî careke din rû nedin û gelê Kurd li hovîtiyên bi vî rengî rast neyê, pêwîstiya wan ji nan û avê bêhtir bi yekîtiya neteweyî heye.


QENDÎL