Gerîlayan HPG´ê 24´ê Hezîranê bi çalakiyan herî kêm 26 eskerên dewleta Tirk kuştin, 2 wesaîtln zirîpoş îmha kirin û derb li helîkoptereke êrişê xistin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyan de tespîtkirî 26 esker hatin kuştin, 2 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin û derb li helîkopterekê hat xistin. Axir di çalakiyeke sabotajê de hejmara eskerên kuştî nehat diyarkirin, lê di çalakiyên din de jî herî kêm 26 esker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyanî da. HPG’ê got, “Di 24’ê Hezîranê de hêzên me li Girê Şekîf ê herêma Xakurkê li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de gelek eskerên dijmin hatin kuştin û gelek esker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de hejmara eskerên kuştî û birîndar nehat tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndar ji deverê rakirin.
2 wesaît hatin îmhakirin
Di heman rojê de êvarî artêşa Tirk a dagirker xwest li devera Derava Xezalkê ya di navbera Colemêrg û Çelê de operasyonekê bide destpêkirin. Yekîneyên dijmin ên ku hatine qadê ketine bin kontrola hêzên me. Yekîneyên dijmin demeke dirêj hatine şopandin û saet di 20.30’an de bûne hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hêzên me ji du milan ve li wesayîta zirxî ya Kîrpî da û ew îmha kir. Piştî çalakiyê wesayîta zirxî ya Kobra jî hat deverê û hêzên me dîsa ji 2 milan ve li vê wesayîtê jî da û ev wesayît jî îmha kir. Wesayîtên zirxî yên li deverê jî bûn hedefa hêzên me û gelek wesayît ji deverê reviyan. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî îmha bûn û 23 eskerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dijmin, heta şev bi alîkariya firfirokên bêmirov kuştî û birîndarên xwe ji deverê birin û sibehê jî enkazêb wesayîtan rakirin.
Helîkoptereke êrişê derb xwar
Di 25’ê Hezîranê de hêzên me li dijî eskerên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Hêzên me li çeper û stargehên eskeran da û li vê derê 2 esker hatin kuştin.
Di heman rojê de saet di 12.30’an de hêzên me du helîkopterên Kobra yên ku ji Çelê diçûn Colemêrgê kirin hedef. Hêzên me li helîkopterekê da, vê helîkopterê derb xwari û ji deverê vekişiya.
Di heman rojê de saet di 13.00’an de hêzên me li dijî eskerên Tirk ên dagirker ên li devera Deriye Pen a Govendê ya Şemzînanê çalakiyeke sûîkastê kir. Di vê çalakiyê de eskerekî dijmin hat kuştin.
Bi vê çalakiyê re hêzên me saet di 13.15’an de li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Tepê Xwedê ya li Avaşînê çalakiyek kir. Hejmara eskerên kuştî û birîndar di vê çalakiyê de nehat tespîtkirin.
3 gerîla şehîd bûn
Roja 22’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li herêma gundê Qenca yê navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyon da destpêkirin. Heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk saet 21:30’an bi giranî herêm bombebaran kir. Di vê bombebaranê de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
Roja 22’ê Hezîranê hêzên me li herêma Çemçê ya navçeya Qagizman a Qersê kontrayê bi navê Suleyman Guldere ceza kir. Ev şexsê han bi dewleta Tirk a dagirker re kar dikir, sala 2010’an li navçeya Qaxizman a Qersê di şehadeta hevreyên me Firat Munzur (Gokmen Akpolat) û Harûn Şiyar (Alî Cîlo) de rola wî hebû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danîn û cenazeyê kontra ji herêmê rakir. Kesên mîna vî ku di şehadeta hevrêyên me de rola wan hebe, li ku derê bin wê cezayê pêwîst were dayîn.”