Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Selçûk Kose ê ku li Sêrtê şehîd bûbû, spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Selçûk Kose yê 14’ê Cotmehê, di şer de li Çiyayê Çiravê yê Sêrtê şehîd bûbû, li warê wî hate veşartin. Cenazeyê Kose yê ji bo otopsiyê li Nexweşaneya Dewletê ya Şirnexê hate rawestandin, piştî diyarkirina nasnameyê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Piştî wecîbeyên dînî, cenazeyê Kose li Taxa Dogûş a navçeya Yazixan a Meletiyê spartin axê.

Parlametera HDP’ê Dersim Dag, endamên partiyê û gelek kes tevlî merasîma veşartina cenaze bûn. Heyeta HDP’ê piştî merasîma veşartinê çû serdana sersaxiyê ya malbata Kose.

Piştî ku malbatê cenaze ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê girt, di tevahiya rê de li bendên kontrolê polîsan zext li malêbatê kirin. Polîsan gef xwar û got, heger cenaze bi merasîmeke girseyî bê veşartin, ew ê cenaze ji malbatê bistînin û bi xwe veşêrin.

 

ANF/MELETÎ