Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rayedarên hikûmeta Başûr bêdeng bin jî ciwanên Başûr dibêjin, heta yek ji me hebe jî em ê destûra dagirkeriyê nedin. Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd ji bo nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan bide, li 7 navendan daket meydanê. Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser erda Başûrê Kurdistanê dewam dike. Eskerên Tirkiyeyê herî dawî ketin nava hinek gundên Başûrê Kurdistanê. Ev jî bû sedema hêrs û nerazîbûna welatiyên Başûrê Kurdistanê. Welatî û bi taybetî jî ciwanên Başûrê Kurdistanê li gelek navendan çalakî li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê li dar xistin. Helwêst nîşan bidin Pêr bi şev li 7 navendên cuda yên Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Mexmûr, Silêmanî, Kerkûk, Seyîdsadiq, Raperîn, Çemçemal, Sengeser bi pêşengiya Komelên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer meş li dijî dagirkeriyê hatin lidarxistin. Di meşan de ciwanan êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û banga li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Başûr hate kirin ku li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin. Hewlêrê dewleta Tirk şermezar kir Li bajarê Hewlêr bi sedan çalakvanên medenî li dijî dagirkeriya Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê li ber deriyê Parka Şanedar çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de endama Komela Ciwanan a Hewlêrê, Lêzan Bekir daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em ji ber zor û zehmetiyên ku welatiyên me ji ber dewleta Tirk pê re rû bi rûne, li vir in. Em dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa me şermezar dikin.” ‘Bimre xiyanet’ Li Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî dagirkeriya Tirkiye bi mîtîngek hat şermezar kirin. Mîtîng bi pêşengiya Komalên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê pêk hat û di mîtîngê de ciwanan dirûşmeyên ‘Gelê Kurd yek e’, ‘Li Qendîl berxwedan e, Çemçemal piştewan e’, ‘Bimre xiyanet’ avêtin. Bêdengî tê wateya hevkariyê Li navçeya Seyîdsadiq a ser bi bajarê Silêmaniyê jî weke cihên din çalakiya şermezarkirinê hat li darxistin. Bi sedan welatî di çalakiyê de amade bûn. Li vê derê endama Komela Ciwanên Welatparêz Birwa Helebce daxuyaniyek xwend û got; “Niha dewleta Tirk dixwaze hemû xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Tirkiye despêkê ji Sîdekan û Biradost dest pê kiriye. Bêdengiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, tê wateya hevkariya wan a li gel dagirkeran.” Em xaka xwe nadin dagirkirin Li navçeya Sengeser a ser bi bajarokê Ranye jî bi heman armancê çalakiyeke meşaleyî pêk hat. Di çalakiyê de endamê Komalên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, Bahoz Pişderî daxuyaniyek xwend û got:”Em ji bo dewleta Tirk û hevkarên wê dibêjin, heta ciwanek li ser piya mabe, em nahêlin xaka me were dagirkirin. Divê hemû kesên xwedî wijdan û welatparêz, li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin. Mirov dikare bi hemû awayan helwêsta xwe bide nîşadan.” Bi ruhê seferberiyê bibin bersiv Li wargeha Ş. Rustem Cudî (Mexmûr) jî meşek meşaleyî pêk hat. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de ku hevseroka saziya Ciwanên Mexmûrê, Nûdem Yaman ew xwend, hat gotin; “Em ê wek ciwanên Mexmûrê li hemberî hemû cûre êrişên dijmin bi ruhê seferberiyê her demê bibin bersiv.” Herî dawî ciwanan bê navber dirûşme gotin û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Qendîl xeta me ya sor e Li Silêmanî jî bi pêşengiya Komalên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê çalakiyeke meşaleyî li dar ket. Di çalakiyê de bi sedan welatî, çalakvanên medenî û parlamenter amade bûn. Gel bê navber dirûşmeyên ‘şer şer ji bo azadî şer’, ‘Dijmin baş bizane Qendîl xeta me ya sor e’, ‘Bijî berxwedana Gerîla’ gotin. SILÊMANÎ