Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên hewayî yên artêşa Tirk ev agahî dan.
“Hêzên me roja 27’ê Mijdarê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a li ser Girê Şundirê çalakiyek kir. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hatin xistin. Hejmare eskerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin. 28’ê Mijdarê li dijî eskerên dijmin ên li ser girê Şehîd Colemêrg ê Çelê, gerîlayan çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de derb li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin, lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.
Êrişên hawayî
28’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa dagirker quntara Girê Şekîf ê herêma Xakurkê û qada Şehîd Kendal a li navçeya Qilaban a Şirnexî bomberdûman kir. 29’ê Mijdarê li derdora Çemê Xakurkê bombebaran kir.
3 gerîla şehîd bûn
27’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa Tirk devera Saca ya herêma Zapê bombe kir û di ve bombebaranê de hevalên me Arîn Colemêrg (Hulya Ozdemîr), Avesta Kahraman (Elîfe Mele Nahsan) û Zîlan Devran (Nûrşen Butuşaba) şehîd bûn.
HGP´ê li ser her sê şehîdan ev nirxandin kir: “Hevrêyên me ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê me tevlî nava têkoşîna şoreşê bûn, li nava refên gerîla bi kedkarî û li refên herî pêş her tim bi erk û wezîfeya xwe rabûn. Bi bilindkirina ala azadiyê em ê xwedî li bibîranîna wan derkevin. Li ser vê bingehê, bila serê malbatên şehîdên me yên hêja û gelê me yê welatparêz sax be. Em soz didin ku ala azadiyê ya ku şehîdan radestî me kiriye, her li ba bidin.”
ANF/BEHDÎNAN