Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star ên li Xakurkê de herî kêm eskerek hat kuştin. Li Dersimê di şerê li dijê artêîşa dagirker a Tirk de 3 gerîla şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Hêzên me 10’ê Îlonê saet 09:50’an li dijî hêzên dijmin ên li Girê Şehîd Botan bi cih bûbûn çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de bi başî li dijmin hate xistin û leşkerek hate kuştin.
11’ê Îlonê saet 09:00’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li nêzî Girê Şehîd Sarya bicih bûbûn çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de bi dijwarî li kozik û çeperên dijmin hate xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.
Piştî van çalakiyan artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji deverê rakirin. Yekîneyên me yên çalakî kirî, bi saxî û silametî vegeriyan navendên xwe.“
Bawer û zinar heta dawî şer kir
HPG´ê li ser şerê bi hêzên Tirk ên dagirker ên li Dersimê de jî agahî da û got, 3 gerîlayên wê şehîd bûne: “26’ê Tebaxê artêşa TC’ê li devera Margeyik a girêdayî navenda Dersimê dest bi operasyonekê kiribû. 27’ê Tebaxê saet qederê 03:00’an di navbera yekîneyên me û dijmin de şer rûdabû. Di şer û bomberdûmana li vir de hevrêyek me şehîd bû. Ev operasyon bi yekîneyên veşartî yên li herêmê hatine bicihkirin didomin. Em ê piştre nasnameya hevrêyê xwe yê şehîd bûye bi raya giştî re parve bikin.
Artêşa Tirk a dagirker di 27’ê Tebaxê de li qada gundê Leskan ê Pilûra Dêrsimê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Tebaxê de di destê sibehê de leşker aniye qadê. Li vê derê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me şerekî giran çêbûye. Şer heta nîvro domiyaye û di van şeran de gelek leşker mirin û birîndar bûn. Rêhevalên me Bawer û Zinar heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûn.”
HPG´ê nasnameya şehîdên xwe wiha eşkere kir: Bawer Dersim (Denîz Karakûş) ê li Dêrsimê ji dayikbûyî; Zinar Sumbul (Hayrettîn Akdogan) ê li Colemêrgê jidayikbûyî.
ANF/BEHDÎNAN