Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakî û şerê li Colemêrg û Qersê de gelek eskerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê têkildarî çalakiyan got, li Geverê 5, li navçeya Elkê ya ser bi Şirnexê jî herî kêm 2 eskerên Tirk hatine kuştin.

Ji bo çalakiya li Geverê daxuyaniya HPG´ê wiha ye: “Hêzên me 3’ê Îlonê saet 18:45’an li dijî artêşa TC a dagirker ku li devera Deriyê Xiz a herêma Deriyê Cafer a navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin. Di çalakiyê de gelek çeper û konên dijmin hatin rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin, 5 eskerên dijmin hatin kuştin.”

Li Elkê gelek esker hatin kuştin

Li ser şêrê li navçeya Elkê ya ser bi Şirnexê jî, HPG´ê got, “Artêşa TC a dagirker şeva 24’ê Tebaxê li herêma Geliyê Lêvinê ya Colemêrgê, herêma Tirşine û Çalyan a navçeya Payizava ya Wanê û li herêma Elkê a Şirnexê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Hêzên me 28’ê Tebaxê danê nîvrojê li dijî yekîneyeke operasyonê li sêgoşeya Tirşinê, Çalyan û Feraşînê çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de gelek esker hatin kuştin, hejmara kuştî û birîndarên hêzên dagirker nehate tesbîtkirin. Operasyona dagirkeriyê roja 31’ê Tebaxê bêyî ku encamê wergire qediya.

Hêzên me 3’ê Îlonê seat 17:00’an li herêma Deriyê Berana ya herêma Kato Marînos ya navçeya Elkê a Şirnexê li dijî eskerên dagirker çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li hêzên dijmin hate xistin, 2 esker hatin kuştin û eskerek jî birîndar bû.

Heta bi Qersê gerîla

HPG´ê li ser operasyona eskerî y artêşa Tirk û şerê 5´ê Tebaxê qewimî jî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker 1’ê Tebaxê li gundê Geventepe yê navçeya Qaqizman a Qersê operasyonek daye destpêkirin û wiha dewam kir: “5’ê Tebaxê di navbera hêzên me û hêzên dagirker de şerekî dijwar qewimî. Di şer de gelek eskerên dijmin hatin kuştin û hejmara kuştî û birîndaran nehate tesbîtkirin. Hêzên dagirker di vê operasyonê de weke ku windahiyên gerîla çêbûne agahiyên derew dan çapemeniyê. Agahiyên di çapemeniya dijmin de ne rast in, yekîneya me ya tevlî şer bûyî bi silametî vegeriya baregeha xwe.”

 

 ANF/BEHDÎNAN