Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên li Osmaniyê, Semsûr, Dersim û Wanê ku di demên cuda de pêk hatibûn, daxuyanî da û got li gorî hejmarln hatî zelalkirin 15 leşkerê Tirk hatine kuştin û sîxûrekî jî hatiye cezakirin. HPG’ê diyar kir ku li Şaxê 14 leşkerê Tirk hatine kuştin û li Semsûrê jî sîxur-kontrayê bi navê Yûsûf Karataş hatiye cezakirin. Li gorî agahiyên HPG’ê ji ber wî sîxurî li semta Ûlûbahçe ya Semsûrê sala 2015’an 2 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dabûn.
HPG têkîldarî çalakiyên xwe ên li Osmaniye, Colemerg, Wanê, Dersimê jî ev agahî parve kirin:
Li Şaxê 14 leşker hatin kuştin
* Roja 5’ê Tebaxê hêzên me, li ser rêya Wan-Şaxê li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li gorî agahiyê ji çavkaniyên hatine bidestxistin, di vê çalakiyê de 8 leşker hatine kuştin.
* Roja 8’ê Tebaxê saet di 15:30 de, di çarçoveya pêngava me ya şoreşgerî ya Şehîd Xebat de, gerîlayên me li qada Geliyê Tizîzê ya navçeya Şaxê xwe berdan nava yekîneyeke leşkerî ya kemîn danîbûn. Derbên xurt li 3 çeperan hatin xistin û 6 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Piştî van çalakiyan artêşa TC roja 9’ê Tebaxê li nêzî gundê Kaçnit ê Geliyê Tizîzê operasyon da destpêkirin. Leşkeran li vir gule li derdora xwe reşandin û operasyon heman rojê bi rengekî neserketî qediya.
* 8’ê Tebaxê saet 22.00’an sîxur-kontrayê bi navê Yûsûf Karataş ku sala 2015’an li semta Ûlûbahçe ya girêdayî navenda bajarê Semsûrê di şehadeta du gerîlayên me de rola xwe hebû, hate cezakirin. Li herêmê dewlet hewl dide cerdevantiyê zêde bike û di operasyonan de bi kar bîne. Pêwîst e ti cerdevan tevlî operasyona û lîstikên qirêj ên dijmin nebin.
* Roja 9’ê Tebaxê saet di 16:30 de, gerîlayên me li bajarokê Kanligeçît ê navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê, li hemberî maşîneke polîsan a di rêya E-24 de derbas dibû, çalakiyeke sabotajê pêk anî. Ev wesayît bi temamî hat rûxandin, hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.
* 9’ê Tebaxê saet 12.30’an hêzên me li dijî qereqolên Tepê Çeta û Zeytê yên li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakî li dar xistin. Gerîlayên me bi çekên giran bi awayekî bi bandor li qereqola Zeytê dan. Li vir tankek hate derbkirin, wesayîtek bi tîpa Reo jî hate îmhakirin. Di heman demê de hêzên me çalakiya sûîqestê jî li dar xistin û leşkerek kuştin. - 9’ê Tebaxê saet 16.00’an hêzên me li girê Qirika Masîro ya ku li qada Şemzînanê ye û leşkeran xwe li bi cih kiribûn, dan. Her wiha leşkerên ku li girê Şehîd Dîcle tevdigeriyan jî bûn hedefa hêzên me. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
Li dijî stasyona bazê çalakî
* 9’ê Tebaxê saet 20.00’an gerîlayên me li qada Şerefa ya girêdayî Elbak a Wanê li dijî stasyonek bazê ya Avea Vodafone û înternetê çalakiya sabotajê li dar xistin. -9’ê Tebaxê saet 17.30’an gerîlayên me li rêya Dersîm-Erzînganê li ser Pira Sor çalakiya kontrolkirina rê li dar xistine. Nêzî 70 wesayîtî hatin komkirin, têkîldarî pêvajoyê gel hate agahdarkirin û ber bi saetên êvarî jî çalakî hatiye bidawîkirin.
Geliyê Mûnzûrê bombe kirin
* 9’ê Tebaxê saet 20.00’an balafirên şer li Geliyê Mûnzûrê dan. Piştî van bomberdûmanan, gelî dan ber obus û hewanan. Li qadê ku domahiya şevê tevger çêbû, helîkopterên bi tîpa Kobra jî li gelî dan.”
BEHDÎNAN
Li Şirnexê hêza HPG
Li navçeyên Qilaban û Elkê, doh hêzên gerîla li hemberî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirk herî kêm 8 leşker hatine kuştin, 18 jî birîndar bûne. Lê li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, hejmara mirî û birîndaran gelekî zêde ye.
Li Elkê 3 leşker hatin kuştin
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, hêzên gerîla li hemberî leşkerên Tirk ên diçûn deriyê sînor ê Habûr-2 çalakî pêk anîn. Li gorî agahiyên ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ve hatin dayîn, herî kêm 3 leşker hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.
Li hemberî leşkerên Tirk ên li bejahiya navçeya Şirnexê Qilabanê derketin operasyonê, hêzên gerîla çalakî pêk anîn. Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên fermî yên Tirk ve hatin dayîn, herî kêm 5 leşker hatin kuştin, 8 jî bi giranî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku piştî çalakiyê gelek ambûlans çûne cihê bûyerê û cenaze û birîndar bi helîkopterê hatine rakirin.