Başûrê Kurdistanê ji destpêka meha Tebaxê û vir ve, rastî êrîşên gelekî giran tê, ku heta niha êrîşeke wiha nedîtibû. Rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ a du sal in êrîşî şoreşa Rojava dike, vê carê li hemberî Başûrê Kurdistanê dest bi pêla êrîşan kir. Çeteyan roja 2'ê Tebaxê li qada Zumar a li herêma Mûsilê êrîşî pêşmergeyan kir û piştre berê êrîşên xwe da Rebîa û Şengalê. Çeteyan roja 3'ê Tebaxê Şengal talan û dagir kir. Bi sed hezaran mirov neçar man kober bibin. Çeteyan, mezintirîn bajarê Xiristiyanan ê li Iraqê Karakûş jî dagir kir û bûn sedem ku bi deh hezaran Xiristiyan bikevin ser rêya koçberiyê. Li ser van êrîşan hêzên YPG'ê destpêkê di ser Til Koçer re derbasî Rebîa bûn û dest li çeteyan werdan. Piştî rojekê jî, yekîneyeke YPG'ê bi hawara Şengaliyan ve çûn ku li çiyê asê mabûn û bi komkujiyê re rû bi rû bûn. Di rojên 4-5'ê Tebaxê de yekîneyên HPG û YJA STAR'ê jî hêzên xwe şandin. Roja 6'ê Tebaxê vê carê bajarokê Mexmûrê yê 40 kîlometre li başûrê Hewlêrê ye, rastî êrîşan hat. Hêzên gerîla ji ber tehlûkeya DAIŞ'ê, 12-15 hezar şêniyên kampa penaberan a Mexmûrê, ku 10 kîlometroyan dûrî bajarok e, bi lez û bez veguhestin. Li herêmê hêzeke milîsan a ji Mexmûriyan pêk tê, hat avakirin.
Piştî rojekê hêzên HPG û YJA STAR'ê ji çiyê ketin ser rê û xwe gihandin Mexmûrê. Li vir xeteke parastina hevpar a ji hêzên milîs, gerîla û pêşmergeyan hat avakirin. Ev hêz ji bo parastina Kurdistanê weke "Hêzên Berxwedanê" li çeperan bicih bûn. Herêma Mexmûrê ji bo parastina Hewlêrê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Roja 8'ê Tebaxê komeke nû ya ji gelek gerîlayan ji bo herêma Mexmûrê hat şandin. Li dijî tehlûkeya talan û komkujiyê, ji Kerkûkê re roja 9'ê Tebaxê yekîneyên gerîla hatin şandin. Gerîlayên ku li Ranya û Sengerê bi coşeke mezin ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin, gihaştin Kerkûkê. Kerkûk, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 10'ê Hezîranê de Mûsil dagir kir, di 12'ê Hezîranê de ketibû kontrola hêzên Kurd.
Şengal hat paqijkirin
Fermandariya Parastina Hevbeş a Herêma Şengalê destnîşan kir ku çiyayên Şengalê û hemû gundên li pal û qûntarên wan, di bin kontrola hêzên parastina hevbeş de ne û got: “Em soz didin gelê xwe yê Êzidî ku heta em Êzidîxanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin û herêma Şengalê ya bi ewle radestî Kurdên Êzidî bikin em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.” Fermandariya Parastina Hevbeş a Herêma Şengalê ku ji gerîlayên HPG’ê, şervanên YPG’ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê pêk tê, der barê rewşa herêmê û berxwedanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê yên 3’ê Tebaxê, bi sed hezaran Kurdên Êzidî berê xwe dane çiyayên Şengalê, baweriya xwe bi hêzên xwe yên parastinê aniye û wiha hate domandin: “Gelê me li hemberî êrîşên dijmirovahî xwe spartiye çiyayên ku di her tengasiyekê û talukeyekê de hembêza xwe li wan vekiriye û bûye stargeha wan. Lewma baweriya xwe bi van çiyan û parazvanên gelê xwe aniye. Nexasim piştî xwe gihandine van çiyan jî banga parastinê li HPG û YPG kirin.”
Gundek hat rizgarkirin
Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê yên ji gerîlayên HPG/YJA STAR, Pêşmerge û Milîsên Mexmûrî pêk tên, li dû şerekî giran gundê ku çeteyan destpêkê dagir kiribûn, rizgar kirin. Li herêma Mexmûrê di navbera Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê û çeteyên DAIŞ'ê de di roja 4. de şer û pevçûn bê navber dewam dikin. Li herêma Kampa Penaberan a Mexmûrê êrîşên bi hawan û topan dewam dikin. Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê (YBM) li hemberî gundê Giyere yê di navbera Mexmûr û Hewlêrê de ye ku çeteyan destpêkê ew der dagir kiribûn, operasyonek pêk anîn. Di encama şerê ji ber vê operasyonê de gundê Giyere ji çeteyan hat rizgarkirin. Yekîneyên Berxwedanê li dû vê operasyona serketî, berê xwe dan bajarokê Mexmûrê yê ku weke Mexmûra Jêrîn tê nasîn û ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin. Şer û pevçûnên li herêmê dewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN